Endamê RTUK’ê Îpekyuz: Betalkirina lîsansa Açik Radyoyê neheqî ye 2024-10-16 14:02:53   ENQERE - Lîsansa weşana Açik Radyoyê hat betalkirin. Endamê RTUK’ê yê DEM Partiyê Necdet Îpeykuz dengê xwe li dijî betalkirina lîsansê da û got ku azadiya çapemeniyê her roj bi biryarên RTUK’ê tê binpêkirin.    Açik Radyo nêzî 30 salî ye weşanê dike. Di rojên bihûrî de lîsansa weşanê ya Açik Radyoyê bi pirdengiyê hat betalkirin. Necet Îpekyuz ku ji kontenjana DEM Partiyê Endamê Desteya Bilind a Radyo Televîzyon (RTUK) ye û du endamên ji kontenjana CHP’ê dengên xwe li dijî betalkirina lîsansê dan.    Îpekyuz destnîşan kir ku wî li dijî biryara betalkirina lîsansê ya bi awayek neheqî û newekhev pêk hatiye raya xwe daye. Îpekyuz bal kişand ser sansur û otosansurê û got ku rojnamevan ji bo pîşeya xwe bi awayek azad û ewle bi rê ve bibin, divê bi sansur û otosansurê re rû bi rû nemînin û ev yek jî prensîba civakek demokratîk e. Îpekyuz anî ziman ku azadiya çapemeniyê her roj bi biryarên RTUK’ê tê binpêkirin û lewma wî ji bo azadiya çapemeniyê raya xwe dijî biryara betalkirina lîsansa radyoyê daye.