Nobeta Dayikên Aştiyê di roja duyemîn de ye 2024-10-16 13:22:11   ŞIRNEX - Dayikên Aştiyê yên li bajarokê Tilqebîna Silopiya çalakiya nobeta “Ji şer re na, a niha aştî” dan destpêkirin, di roja duyemîn de berdewam dike.    Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê duh li bajarokê Tilqebînê ya ser bi navçeya Silopiya Şirnexê ve bi daxwaza “Ji şer re na, a niha aştî” çalakiya nobetê dan destpêkirin. Dayikên Aştiyê ji bajarên Amed, Wan, Êlih, Mêrdîn, Colemêrg, Riha, Sêrt, Îzmîr û Mêrsînê hatine tev li çalakiyê bûne û çalakiya wan di roja duyemîn de berdewam dike.    NOBET BERDEWAM DIKE   Dayikên Aştiyê ji bajarokê Tilqebînê ku li ser sînorê Herêma Kurdistanê ye bang li PDK’ê û Mesût Barzanî kirin û diyar kirin ku ew dixwazin PDK hevkariya xwe ya bi Tirkiyeyê re bi dawî bike û rê li ber rijandina xwîna zarokên kurdan bê girtin.    Tevî ku leşker hewl didin çalakiya Dayikên Aştiyê ateng bikin jî lê nobet bi berzkirina dirûşmeyan, strandinê û tîliliyan didome.