Daxuyaniya piştî erdhejê: Erdhejoka erdhejên 2023'yan e 2024-10-16 12:39:38 NAVENDA NÛÇEYAN - Jeolog Nacî Gorur piştî erdheja bi pileya 6.0’ê ya navenda wê Meletiyê daxuyanî da û wiha got: “Di erdheja 6’ê sibata 2023’yan de enerjî transfer bû û ev erdhej encama wê ye. Anku hewcehî bi tirsê nîne.” Endezyarê Jeofîzîkê Prof. Dr. Ahmet Ercan jî got; “Erdhejoka erdhejên 2023’yan e.”    Li Meletiyê bi pileya 5.9’ê erdhej çêbû. Rasatxaneya Kandîlliyê têkildarî mijarê daxuyanî da û got ku pileya erdheja navenda wê Meletî 6.0 e. Ji ber erdhejê bajarên Xarpet, Amed, Êlih, Mêrdîn, Riha, Dîlok, Şirnex û Semsûr jî hejiyan. Ji ber erdhej di nava gel de tirs ava bû.    'HEWCEHÎ BI TIRSÊ NÎNE’   Jeolog Prof. Dr. Nacî Gorur têkildarî erdhejê daxuyanî da û wiha got: “Piraniya vê fayê di dema erdheja sala 2020’an a li Xarpêtê de şikest. Îxtîmaleke mezin e piştî erdheja 6’ê sibata 2023’yan enerjî transferî vê fayê bûye û ev erdhej lewma çêbûye. Hewcehî bi tirsê nîne.”    BERIYA NIHA HIŞYAR KIRIBÛ   Pêr bi şev saet di 00.05’ê de li navçeya Sîvrîceyê bi pileya 4,4’ê erdhej çêbûbû. Gorur, piştî vê erdhejê daxuyanî dabû û gotibû: “Erdhej di nava Zona Fayê ya Rojhilatê Anatoliyayê çêbûye. Ev erdhej li nêzî Gola Sîvrîceyê çêbû. Ev erdheje li ser zona di erdhejên 6’ê Sibatê şikestî çêbû.”    Endezyarê Jeofîzîkê Prof. Dr. Ahmet Ercan jî têkildarî mijarê li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal daxuyanî da û ev tişt anî ziman: “Îro li Meletiyê bi pileya 6’ê erdhej çêbû. Ev erdhej, erdhejoka her du erdhejên mezin ên sala 2023’yan e. Di 2023'yan de nêzî 4 şikestin çêbûbûn. Lewma jî erdhejokên erdhejên bi pileya 8’ê kêm bûn. Em li bendê bûn ku bi pileyên 6.5-7’ê erdhejok çêbibin. Her çend dereng jî be yek ji wan îro li Meletiyê çêbû. Heke erdhejokên bi pileya 7'ê li vê herêmê çêbibin em ê heyirî nemînin.”