Kosen ê parsûyên wî hatin şikandin: Ez berxwedana dayikan silav dikim 2024-10-16 11:29:06   ŞIRNEX - Hevserokê DEM Partiyê yê Bajarokê Tilqebînê Lezgîn Kosen ku di çalakiya endamên Meclisa Dayikên Aştiyê de parsûyên wî hatin şikandin, wiha got: “Ez berxwedana dayikan silav dikim.”    Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê duh bi dirûşma “Ji şer re na, a niha aştî” li bajarokê Tilqebînê yê navçeya Silopiya ya Şirnexê çalakiya nobetê dan destpêkirin. Leşker û polîsan duh êrişî dayikan kir û di êrişê de 3 rojnameger jî di nav de 22 kes bi lêdanê hatin binçavkirin.    Dî êrişê de Hevserokê DEM Partiyê yê Tilqebînê Lezgîn Kosen jî hate derbkirin û binçavkirin. Kosen, ji bo kontrola tenduristiyê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyayê û hat tespîtkirin ku 4 parsûyên wî hatine şikandin. Li ser vê yekê Kosen sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê hate kirin û li wir tê tedawîkirin. Kosen, têkildarî êrişê axivî.    ‘BI HOVANE ÊRIŞÎ DAYIKÊN AŞTIYÊ KIRIN’    Kosen, anî ziman ku Dayikên Aştiyê ji bo daxwaza xwe ya aştiyê bînin ziman hatine Tilqebînê û wiha got: “Lê bi hinceta ‘ewlehiyê’ bi hovane êrişî dayikan kirin. Gelek dayik hatin derbkirin û binçavkirin.”    4 PARSÛ Û SERÊ WÎ HATIN ŞIKANDIN   Kosen, da zanîn ku bi êrişa leşkeran hatiye binçavkirin û wiha pê de çû: “Dema hatim binçavkirin, îşkence li min kirin. Hate tespîtkirin ku 4 parsûyên min şikestî ne. Her wiha serê min jî şikestiye.”    ‘EZ BERXWEDANÊ SILAV DIKIM’   Kosen, axaftina xwe wiha qedand: “Çi dikin bila bikin lê em ê yek gavê jî ji daxwaza xwe ya aştiyê paşve neavêjin. Em ê her tim aştiyê biqîrin. Ez êrişa li dijî Dayikên Aştiyê şermezar dikim û berxwedana dayikan silav dikim.”    Li hêla din li bendê ye 22 binçavkirî li dozgeriyê îfadeyê bidin.