Ji Yenî Yaşamê berteka li dijî sansurê 2024-10-16 09:34:55   STENBOL - Xebatkara rojnameya Yenî Yaşamê Reyhan Hacîoglû bertek nîşanî biryara desteserkirina Rojnameya Yenî Yaşamê da û got: “Gel gotina xwe got, daxwazên xwe yên ji bo aştiyê anîn ziman. Em jî dê her tim dengê gel ragihînin."   Di nava hefteyekê de 2 caran Rojnameya Yenî Yaşamê hat desteserkirin. Hejmara rojnameyê ya di 13'ê Cotmehê de ji aliyê Dadgeha Cezayê Sulhê ya 9'an a Stenbolê ve hat desteserkirin. Di sedema biryarê de îdiaya "Bi rêya çapemeniyê propagandaya rêxistinê hatiye kirin" heye. Hejmara rojnameyê ya 7'ê Cotmeha 2024'an jî ji aliyê Dadgeha Cezayê Sulhê ya 1'ê ya Stenbolê ve bi hinceta nivîsa nivîskar Firat Can a bi navê "Şerê Cîhanê yê 3'yemîn, aloziya li Rojhilata Navîn û rêya xelasiyê" hat desteserkirin. Her wiha biryara astengkirina xwegihandina malpera rojnameyê jî hat dayîn.   Rojnameger Reyhan Hacîoglû ya ku di Rojnameya Yenî Yaşamê de dixebite, bertek nîşanî zext û pêkanînên sansurê yên li ser rojnameyê û diyar kir ku li ser nûçeyên der barê tecrîdê de tecrîd tê pêkanîn.   Reyhan Hacîoglû   LI SER NÛÇEYÊN TECRÎDÊ TECRÎD   Hacîoglûyê diyar kir ku di hejmarên hatine berhevkirin de Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan derketiey pêş. Hacîoglûyê destnîşan kir ku mekanîzmaya zext û sansurê di warê çapemeniya azad de ne rewşeke dûr e û sîstematîk bûye û got: “Li ser platformên civakî her tim sansur û xwegihandina nûçeyan heye. Di vê serdemê de ku pirsgirêka kurd ewqasî tê nîqaşkirin û tecrîda li Îmraliyê di meha 43’an de ye, pêwîst e wiha were pênasekirin; bi tecrîda li Îmraliyê re niha jî nûçeyên der barê wê de tên tecrîdkirin."   Hacîoglûyê bi bîr xist ku di 7’ê Cotmehê de li ser nivîsa nivîskar Firat Can û di 13’ê Cotmehê de jî li ser hevpeyvîna bi jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re biryara desteserkirina rojnameyê hatiye dayîn.    MUDAXILEYA LI MAFÊ NÛÇEWERGIRTINÊ   Hacîoglûyê diyar kir ku rojname amûrek e ku dikare bigihêje gelek derdoran û bi bîr xist ku di mîtînga "Azadî"yê de Rojnameya Yenî Yaşam ji aliyê gel ve hatiye hilgirtin. Hacîoglûyê anî ziman ku her tim bi pêkanînên zextê yên wekî desteserkirinê re rû bi rû ne û got: “Li ser van her du hejmaran hewl tê dayin ku tecrîdê pêk bînin û û li ser nûçeyên Îmraliyê jî tecrîdeke cuda bê pêkanîn. Bi awayekî bi zextên lis er Çapemeniya Azad dixwazin mudaxileyî mafê nûçewergirtinê yê gel bikin."   Hacîoglûyê bal kişand ser yekemîn danişîna 3 rojnamegerên ku hatin girtin û piştî 24 rojan hatin berdan (15'ê Cotmehê) diyar kir ku di nava hincetên darizandina rojnamegeran de nûçeyên tecrîdê jî hene. Hacîoglûyê gotinên Wezareta Dadê ku gotibû li welat tecrîd tune ye bi bîr xist û got: “Hem darizandina hevlên me ya ji ber nûçeyên tecrîdê hem jî sansura li ser Yenî Yaşamê û biryara berhevkirinê ya hejmarên wê mikurhatina tecrîdê ye. Ev êriş; nîşan didin ku dixwazin civakê çawa dorpêç bikin. Dixwazina tmosfereke çewisandinê çêbikin."    LI DIJÎ TECRÎDÊ HEVGIRTIN   Hacîoglûyê diyar kir ku li hemberî vê yekê hevgirtin û xurtkirin pêwîst e û wiha domand: “Gel gotina xwe got, daxwazên xwe yên aştiyê yên bi çareseriya ku ji Îmraliyê dest pê bike anîn zimên. Em ê dengê gel û gotina gel ragihînin. Di vê wateyê de, eniyeke pir mezintir hewce ye; di demeke ku gelên Tirkiyeyê û gelê Kurdistanê daxwazên xwe tînin ziman de, ev dorpeçkirin û tecrîd bi xurtirkirina saziyên çapemeniyê û rojnamegerên ku van daxwazan tînin ziman, dikare bê şikandin."