Dîwarên betonî û kûleyên leşkerî bi navê jiyanê tiştek nehiştine 2024-10-16 09:33:43   COLEMÊRG – Li Rûbarokê dîwarê betonî yê li ser sînor ê ji bo armancên leşkerî hatin lêkirin û amûra X-Ray ya ku ji bo gundî karibin biçin gund hatin danîn û kûleyên leşkerî yên nava malên gund çavdêrî dikin hatin çêkirin, li mezrika Dûyê yê gundê Bêruhê tu tişt ji jiyanê nehiştiye.    Li mezrika Dûyê ya gundê Bêruh ê navçeya Rûbarok a Colemêrgê ku li ser sînorê Herêma Kurdistana Federe ye, pêkanînên leşkerî yên pêk tên, jiyana şêniyên gund bêzar kiriye. Şêniyên gund piştî lêgerîna li nuqteya leşkerî ya ku hatiye avakirin û derbasbûna di amûra X-Ray re dikarin biçin gund. Niha jî dîwarê beton û kûleyên leşkerî, ev yek dijwartir kiriye. Li gundê ku Walîtiya Colemêrgê di 11'ê Cotmehê de wekî "herêma ewlehiya taybet" îlan kiribû, ji bo armancên leşkerî lêkirina dîwarê betonê dest pê kir. Nêzîkî 2 meh berê ji ber ewlehiyê li mezrikê bircên "çavdêriyê" yên leşkerî hatibûn çêkirin. Şêniyên gund dibêjin ku hundirê xaniyan bi kamerayan, kamerayên termal û dûrbînên teleskopî yên dûr û dirêj ên ku li bircan hatine bicihkirin tên şopandin û ji ber nebûna nepenîtiyê aciz in. Şêniyên gund bi fikar in ku ji ber dîwarên beton û kûleyên ku ji nû ve dest bi çêkirina wan hatiye kirin, sewalkariya ku yekane çavkaniya debara wan e, nemîne.   Hevseroka Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Colemêrgê Sîbel Çaprazê diyar kir ku li ser serlêdanên şêniyên gund, çavdêriyên li gundikê ku bi pêkanînên leşkerî re vegeriye girtîgeheke vekirî kirine. Çaprazê diyar kir ku di çarçoveya lêkolîn û çavdêriyên wan de li herêmê gelek binpêkirinên mafan hatine tespîtkirin û got: "Li gelek gundên li ser sînor ketin û derketina gund hatiye qedexekirin. Em pê hesiyan ku tenê kesên ku navnîşana wan a niştecihbûnê heye dikarin bikevin gund. Ji xeynî van kesan nahêlin tu kesên din bikevin gund."    Sîbel Çapraz   Çapraz anî ziman ku di çarçoveya lêkolînên wan ên li gundê Dûyê de li gund hê jî cîhaza X-Ray heye û wiha got: "Jin, extiyar û zarok jî di nav de hemû kesên diçin gund di vê amûrê re derbas sibin. Ev gund di salên 1990'î de hat valakirin, di sala 2014'an de ji aliyê AKP'ê di çaçroveya projeya 'Vegera gund' de, ev kes cardin vegeriyane gundê xwe. Di hevdîtina me ya bi gundiyan re de, me etspît kir ku mafê jiyanê bi awayekî zêde tê binpêkirin."    BANGAWAZÎ   Çapraz anî ziman ku gundiyan bi wan re têkilî danîne û ji bo dîwarê betonî yên li ber çemê gundê wan hatine çêkirin û qûleyên leşkerî yên li gund hatine avakirin serî li wan dane û got: "Gundiyan gotin ku bi dîwarê betonî re ava wan qut bûye û ji ber vê nikarin pêdiviyên avê yên heywanên xwe bi cih bînin û qûleyên leşkerî nava malên wan dişopînin û bi vî awayî mahremiyetê binpê dikin. Ev binpêkirineke mezin a mafê jiyanê ye. Em bang li rayedaran dikin; ji bo welatiyên li gundê Dûyê pêwîstiyên xwe yên însanî bi cih bînin, demildest tevdîr bên girtin."    Çapraz anî ziman ku ew ê di demeke kin de raporên çavdêrî û lêkolînê yên li gundên ser sînor amade kirine biweşînin.   MA / Mazlûm Enîndenîz