ROJEVA 16'Ê COTMEHA 2024'AN 2024-10-16 09:00:03     * Jinên bertek nîşanî zêdebûna komkujiyan dan, diyar kirin ku divê jin bi hev re li dijî komkujiyan têbikoşin.   * Li Rûbarokê dîwarê betonî yê li ser sînor ê ji bo armancên leşkerî hatin lêkirin û amûra X-Ray ya ku ji bo gundî karibin biçin gund hatin danîn û qûşeyên leşkerî yên nava malên gund çavdêrî dikin hatin çêkirin, li mezrika Dûyê yê gundê Bêruhê tu tişt ji jiyanê nehiştiye.    * Xebatkara rojnameya Yenî Yaşamê Reyhan Hacîoglû bertek nîşanî biryara desteserkirina Rojnameya Yenî Yaşamê da û got: “Gel gotina xwe got, daxwazên xwe yên ji bo aştiyê anîn ziman. Em ê jî her tim dengê gel ragihînin."   * Dayikên Aştiyê çalakiya bi daxwaza "Ji şer re na, a niha aştî" li navçeya Silopiya dane destpêkirin dê berdewam bike. (12.00)   * ÎHD'a Stenbolê têkildarî rewşa Hatîce Onaran a li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê girtî ye dê li avahiya xwe daxuyanî bide. (13.30)   * Şaredariya Êlihê, ARÎ-DER û Egîtîm Sen bi hev re li Parka Yilmaz Guney a Êlihê dê dest bi Fuara Pirtûkên Kurdî ku 5 rojan bidome bikin. (15.00)   * Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê, bi boneya rojnamevan di "Mitînga Azadiyê" ya li Amedê de hatin astengkirin û tundî li wan hat kirin dê serî li ÎHD'a Amedê bidin û gilî bikin. (16.00)   * Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatimogûllari dê li Girtîgeha Kandirayê ya Jinan serdana Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag bikin.