Encumenê AKP’ê yê ku jinên kuştî tawanbar kiribû îstîfa kir 2024-10-16 08:47:04   ÎZMÎR - Endamê Meclisa Şaredariya Bayrakli yê AKP’ê Latîf Aydemîr ê ku bi gotinên xwe jinên hatine qetilkirin tawanbar kiribû, ji ber nerazîbûnan neçar ma ji partiya xwe îstîfa bike.    Şaredariya Navçeya Bayrakli ya Îzmîrê civîna xwe ya Meclisê li dar xistibû. Endamê Meclisa Şaredariyê yê AKP’yî Latîf Aydemîr di civînê de têkildarî qetilkirinên jinan gotibû, “Yên tên kuştin jî bi qasî kujeran sûcdar in.” Li ser van gotinên wî nerazîbûn li dijî wî çêbûn û ji ber nerazîbûnan Aydemîr neçar ma ku ji ji partiya xwe îstîfa bike. Aydemîr li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal daxuyanî da û îdia kir ku gotinên wî derveyî armancê serwîsî çapemeniyê hatiye kirin û xwe parast.