Cenazeya Rojîn Kabaîşê anîn ATK’ê 2024-10-15 18:22:01   WAN - Cenazeya Rojîn Kabaîşê ya ku di 27’ê Îlonê de winda bûbû di roja 18’an de li Perava Molakasim hat dîtin, anîn ATK’ê.   Rojîn Kabaîş a 21 salî, xwendekara pola yekem a Fakulteya Perwerdehiyê ya Zanîngeha Wanê Yuzuncu Yil (Van YYU) Beşa Perwerdehiya Pêşdibistanê, piştî ku di 27'ê Îlonê de ji wargeha ku lê dima derket, careke din agahî jê nehat. Cenazeyê Kabaîşê piştî lêgerîna 18 rojan li qeraxa Gola Wanê hat dîtin.   Cenazeya Rojîn Kabaîşê ji bo kar û barên otopsiyê birin Saziya Tipa Edlî (ATK).