Di doza 5 leşkeran de wê li benda rapora ATK’ê bê sekinandin 2024-10-15 14:25:02 MÊRDÎN - Li Nisêbînê di danişîna doza 5 leşkerên ji kuştina karker Yusuf Akin tên darizandin de biryar hat dayîn ku li benda rapora ATK’ê bê sekinandin.  Li gundê Deyrcemê yê ser bi navçeya Nisêbîna Mêrdînê ve 20’ê kanûna 2011’an di dema operasyona leşkerî de karkerê tesîsatê Yusuf Akin ji aliyê leşkeran ve hatibû kuştin û Mehmet Eren jî birîndar kiribûn. 5 leşker ji kuştina Akin û ji birîndarkirina Eren tên darizandin. Doza der barê leşkeran de didome. Dadgeha Mêrdînê biryara beraetê dabû. Lê belê Dadgeha Destûra Bingehîn bi hinceta “mafê jiyanê hatiye binpêkirin” biryara beraetê xera kir û xwest doz ji nû ve bê lidarxistin. Danişîna 7’emîn a dozê li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê hat lidarxistin. Leşkerên negirtî tên darizandin Kadîr Engîn O., Şenol T., Bahattin Y., Yusuf Ertugrul K. û Dogan G. beşdarî danişînê nebûn. Parêzeran jî mazeret ragihandin dadgehê û beşdarî danişînê nebûn. Ji Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Mêrdînê parêzer Erdal Kuzu di danişînê de amade bû.    DAXWAZA ŞERTÊ KONTROLA EDLÎ HAT REDKIRIN    Di danişînê de ewraqên nû hatibûn, hat xwendin. Dosyeya têkildarî kifşa ku piştî 13 salan hatibû kirin şandine Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Stenbolê û hat diyarkirin ku hê jî bersiva raporê ji dadgehê re nehatiye şandin.    Parêzer Erdal Kuzu xwest ji bo amadekirina raporê nivîsa muzakereyê ji ATK’ê re bê şandin. Kuzu bal kişand ser biryara AYM’ê û xwest biryara şertê kontrola edlî  li bersûcan bê sepandin.    Dozger xwest xisûsên kêm bên temamkirin û daxwaza sepandina şertê kontrola edlî red kir. Dozger ji bo mutalayê xwest li benda raporê bê sekinandin.    Şandeya dadgehê biryar da ku li aqûbeta rapora çûye ATK’ê bê pirsîn û daxwaza şertê kontrola edlî ya ji bo bersûcan jî red kir. Dadgehê ji bo rapora ATK’ê biryara li bendemayînê da û danişînê taloqî 28’ê çileya 2025’an kir.