Dadgehê derbarê kesên Nisêbîn şêlandibûn de biryara beraetê da 2024-10-15 13:09:56 MÊRDÎN - Derbarê midûrên polîsan ên di dema qedexeya derketina derve ya li navçeya Nisêbînê de ji ber dizî û şelandinê dihatin darizandin biryara beraetê hate dayîn. Ji her sê kesan re ji ber sûcê “bertîlê” ceza hate dayîn.    Danişîna doza têkildarî bûyerên dizî û şelandinê yên di dema qedexeya derketina derve ya di 14’ê adara 2016’an de li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê hate îlankirin de hatiye vekirin li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê hate lidarxistin. Midûrê Polîsan yê Nisêbînê yê wê demê Kadîr Şen, Cîgirê Midûr Ahmet Tûgcû, Amirê Şaxa TEM’ê Unal Ûyar, polîsên bi navên Mahmut Oztekîn, Muslum Bozkurt, xwediyê firmaya ku karê hilweşandinê girtibû Mahmût Çomoglû, xebatkarê fîrmayê Arîf Kara û Abdulkerîm Sezîşlî yê hate diyarkirin ku di navbera polîsan û welatiyan de navbeynkarî kiriye, bersûcên dozê ne û negirtî tên darizandin.    Ev kes bi sûcên “Bertîl wergirtine û dane”, “bi darê zorê xerabî kirine” û “bi rêya gefxwarinê, peywira xwe ya venêrînê binpê kiriye û bûne sedema ziyanê” tên darizandin. Hin ji van bersûcan ji bajarên ku lê ne bi SEGBÎS’ê tev li bûn. Hin parêzerên bersûcan jî di danişînê de amade bûn.   BERAET Û CEZA    Dozger, derbarê hin bersûcan de daxwaza beraetê kir, derbarê hin kesan de jî daxwaza ceza kir. Dadgehê derbarê Midûrê Polîsan yê Nisêbînê yê wê demê Kadîr Şen, Cîgirê Midûr Ahmet Tûgcû, Amirê Şaxa TEM’ê Unal Ûyar de biryara beraetê da.    Sûcdariyên derbarê mutehit Mahmût Çomoglû yê li navçeyê karê hilweşînê danê de ji ber jiyana xwe ji dest daye hatin xistin. Derbarê Firat Abdûlkerîm Sezîşlî de biryara beraetê hate dayîn.    Ji ber sûcê “wergirtina bertîlê” derbarê polîs Mahmût Oztekîn û Muslum Bozkûrt de 3 sal û 4 meh cezayê hefsê ji ber sûcdariya “bertil dayînê” jî ji xebatkarê fîrmayê Arîf Kara re 3 sal û 4 meh cezayê hefsê hate dayîn.    ÇI QEWIMÎ BÛ   Di 14’ê adara 2016’an de li Nisêbîn a Mêrdînê qedexeya derketina kolanan hate ragihandin û ev qedexe bi mehan domiya. Di dema qedexeya derketina kolanan de polîsan “Şebekeya talankirinê” ava kirin. Ev şebekeye kete malên gelê ku ji neçarî koç kirî, alav û amûrên wan talan kirin û dîmenên vê talanê bi salan piştre derketin holê. Li ser giliyê xelkê navçeyê jî Serdozgeriya Komarê ya Nisêbînê di sala 2018’an de lêpirsîn da destpêkirin. Piştî lêpirsînê derket holê ku ev şebekeya behsa xeberê ji hêla Midûrê Emniyetê yê Nisêbînê Kadîr Şen û Amirê Şaxa TEM’ê Unal Uyar ve hatiye avakirin.    Têkildarî bûyerê îdianame hate amadekirin û ji hêla 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê ve hate qebûlkirin. Di îdianameyê de Midûrê Emniyetê yê Nisêbînê yê wê demê Kadîr Şen, Cîgirê Midûrê Emniyetê yê Nisêbînê Ahmet Tugcu, Amirê Şaxa TEM’a Nisêbînê Unal Uyar, polîsên bi navên Mahmût Oztekîn, Muslum Bozkurt, mitehitê bi navê Mahmût Çomoglû ku di piştî qedexeya derketina derve karê hilweşandinê jê re hatibû dayîn, xebatkarê fîrmayê Arîf Kara û Firat Abdulkerîm Sezîşlî ku tê payîn sîxûrê polîsane weke bersûc cih girtin.    Hate tespîtkirin ku Amirê TEM’ê Unal Ûyar ê ji ber bûyerên şêlandinê yên li navçeyê di dozeke din de dihate darizandin û 22 sal cezayê hefsê lê hatibû birîn û bi hinceta “gumana wî ya revê nîne” hatibû berdan reviya bû derveyî welat.