HDK 13 salî ye: Pêdivî bi peymaneke nû heye 2024-10-15 09:14:22   STENBOL– Hevberdevkê HDK'ê Cengîz Çîçek diyar kir ku avakirina HDK'ê ya bi perspektîfa têkoşîna yekbûyî tê wateya ku ax bi ava xwe ya jiyanê re bûye yek û bi zehmetiyên pêvajoyê re berpirsyariyên HDK'ê zêde bûne û got: "Pêdiviya me bi peyman û vejîneke nû heye ku tevî tifaqa siyasî tifaqa civakî li her derê ava bike."   Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ku di 15'ê Cotmeha 2011'an de li Enqereyê bi armanca di bin sîwanekê de komkirina nasname, bawerî û çandên cuda yên li Tirkiyeyê, misogerkirina aştiya civakî û têkoşîna ji bo maf û azadiyên bingehîn, bi 820 delegeyan hat avakirin, 13 salî ye. Di 13'emîn salvegera damezrandina HDK'ê de em bi Hevberdevkê HDK'ê Cengîz Çîçek re li ser pêvajoya damezrandina HDK'ê, bandora paradîgmaya wê ya li ser civakê û roja îroyîn axivîn.   Cengîz Çîçek   Çîçek anî ziman ku HDK û HDP bi fikra kongre-partiyê derketine holê û berhema peymana tifaqa têkoşîna civakî ye ku ji aliyê stratejîk ve hatiye nirxandin û her wiha got ku ev yek di têkoşîna demokrasî û azadiyê ya gelên bindest de vejîneke nû temsîl dike. Çîçek got: “Kongreya me vejîna xwe di bernameya xwe de wekî Rêya Sêyemîn a li dijî pergala kedxwar û tifaqa dîrokî ya bindestan pênase kir. Tifaqa dîrokî ya bindestan dihat çi wateyê? Li dijî blokên serdest ên îslama siyasî yên Tirkıyeyê û jiholêrakirina pergala wan a kedxwar hevdîtineke dîrokî ya nû bû."   ‘HDK XWEGIHANDINA AXÊ YA AVÊ BÛ'   Çîçek destnîşan kir ku HDK'ê di pêvajoya damezrandina xwe de sînerjîkeke pir mezin çêkiriye û ev sînerjî di encama hesreta dîrokî ya gelên Tirkiye û Kurdistanê de derketiye holê û wiha got: “Gelê Tirkiye û Kurdistanê ew gelên ku berdêla jiyana demokratîk û azad dane. Li hemberî polîtîkayên derbekar, asîmîlasyonîst û qetlîamker ên li dijî wan bi tevahî teslîm nebûn û çok nedan. Lê belê ev rewş bi tena serê xwe têrê nedikir ku jiyana Nû misoger bibe. Vejîna kongreya me dihat wateya hevpariya di avakirina Jiyanên Nû yên wekhev, adil û azad de û her wiha hevpariya berxwedanê ya kesên ku li dijî pergala tekparêz çok nekişandin û teslîm nebûn. Li dijî polîtîkaya pergala tekparêz a ku komên berxwedêrên civakî yek bi yek ji hev dûr dixe, avabûna yekîtî, tifaq û têkoşîna hevpar bû. Wekî ku me berê jî diyar kiribû, ev hevdîtina nû bi rastî jî wek axa bejî ya xwe gihandiya ava xwe ya heyatê ye."   ‘FIKIRA SEDSALÎ'   Çîçek da xuyakirin ku HDK'ê bi têkoşîna xwe ya ji roja damezrandina xwe heta niha, çanda hevpariya fikir, biryargirtin û çalakiyan ji bo muxalefeta civakî û tevgerên sosyalîst ên Kurdistan û Tirkiyeyê zêde kiriye û ev yek di asta heyî de bi piranî bi dest xistiye. Çîçek bilêv kir ku HDK'ê bi xwe re çandeke siyasî, û têkoşîneke polîtîk a nû ava kiriye û got: "HDK hê jî ji bo pêdiviyên têkoşîna civakî fikreke nû ye, yanî fikra sedsalê ye."    Çîçek destnîşan kir ku wekî laşê ku mezin dibe wan jî di vê pêvajoya 13 salî de têkoşîna xwe mezin kiriye û bi vê re pêdiviyên nû derketine meydanê.    Çîçek diyar kir ku di vî warî de wekî HDK û pêkhateyên wê hinek gengeşe kirine û di gengeşeyan de ev tişt derketiye meydanê: "Fikra HDK'ê hê jî fikra ku herî zêde pêdiviya me pê heye. Yanî hê jî her kes li dor vê fikrayatê ye. Ev yek jî nîşan dide ku HDK hê jî bi fikira xwe, bi pêşniyaz, têkoşîn û rê û rêbazên xwe li benda vejîna xwe ya nû ye."   Çîçek destnîşan kir ku di vî warî de divê şert û mercên serdemê baş bên dahûranin û pêvajoya pêngaveke nû bê destpêkirin û got: "Ya dikeve ser milê me em li her derê Kurdistan û Tirkiyeyê ku di nava komên têkoşer ûs erîhildêr de bi perspektîfa rêxistinbûyîna civakî tevbigerin."    ‘RÊYA SÊYEMÎN POTANSIYELEK E'   Çîçek bilêv kir ku tevî hemû kêmasiyên xwe jî fikra HDK'ê ya li ser esasê têkoşîna rêya sêyemîn e hê jî pêdiviya sereke ya civakê ye û got: "Têkoşîna Rêya Sêyemîn, ne ew têkoşîn e ku bi hêza gel sînrodarkirî be. Rêya Sêyemîn, di heman demê de potansiyelek e. Tiştên ku hê me xwe negihandine wan bi xwe ye. Yanî kesên ku doza edlaet û azadiyê dikin û ji bo vê li dijî vê desthilatê têdikoşin, tenê ne em in, lid erveyî me jî hin kes ji bo vê têdikoşin. HDK jî ew tişt e ku vê potansiyelê bi awayekî polîtîk vediguherîne û daxilî nava têkoşîna polîtîk dike."    Çîçek di dawiya axaftina xwe de wiha pê de çû: "Me armancên gengeşiyên xwe, lêgerînên xwe û têkoşîna xwe zelal kirin. Di vî warî de gengeşiyeke me tune ye, lê divê mekanîzêmayên ber bi wê armancê ve diçin bên diyarkirin û bên avakirin. Divê em bi awayekî pri rasteqîne bersiva van titşan bidin. Ger em van tiştan şênber bikin, çi HDK çi jî DEM Partî wê di heyama pêş de bigihêjin armanca xwe."    MA / Îbrahîm Irmak