Sembola berxwedana Kobanê Apê Nemir jiyana xwe ji dest da 2024-10-14 22:11:26   NAVENDA NÛÇEYAN - Ji sembolên berxwedana Kobanê Apê Nemir di encama krîza dil de, di 74 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da.    Ji sembolên berxwedana Kobanê Xelîl Osman Hemê ku wekî Apê Nemir dihat naskirin, ji ber krîza dil di 74 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li ser malpera xwe ya fermî bi daxuyaniyekê nasnameya Apê Nemir eşkere kir.   Berfirehiya daxuyaniya YPGʹê wiha ye:   "Xelîl Osman Hemê bi nasnav Apê Nemir ku wek sembola berxwedana Kobanê dihat naskirin, îro di encama krîza dil de tevlî karwanên nemiran bû.   Pêvajoya ku bi Bihara Ereban a sala 2011’an dest pê kir, li Rojava veguherî qonaxeke şoreşgerî. Berxwedana herî sembolîk a vê şoreşê ku bi berxwedana hevpar a gelan pêk hat, Kobanê bû. Di Îlona 2014’an de ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve êrîşeke hovane li ser Kobanê pêk hat. Li hemberî vê êrîşa talan û dagirkeriyê gelê Kobanê û şervanên YPG-YPJ’ê berxwedaneke bêhempa nîşan dan. Kobaniyên ku cih û warên xwe neterikandin, ji cîhanê re bûn mînaka herî berbiçav a çawa li dijî hovîtiya DAÎŞ'ê tê şerkirin. Berxwedana Kobanê ya ku veguherî berxwedaneke giştî ya Kurdan, careke din ji mirovahiyê re bû hêvî. Bi berxwedana Kobaniyê re hemû gelên cîhanê dîtin ku hîna jî hêzeke dînamîk heye li dijî zilmê û dijminên mirovahiyê şer dike.   TEVÎ TEMENÊ XWE YÊ MEZIN CIHÊ XWE DI ÇEPERÊN ŞER DE GIRT   Berxwedana Kobanê berxwedaneke ku gel bi derfetên xwe ava kiribû. Ji 7 salî heta 70 salî gelê Kobanê bi zarokên xwe re bi tevlîbûna li çeperên şer berxwedanê pêş xistin. Tevî ku bi rêxistineke hov a weke DAÎŞ’ê re rû bi rû mabû jî, gelê Kobanê bi şervanên xwe re bêyî kêliyek dudilî bijî ta ku bigihîje serkeftinê şerekî bêeman meşand. Êdî veguherî şerê gel û şerê gel bi serketinê tacîdar bû.   Yek ji wan jî bû sembola berxwedana Kobanê Apê Nemir bû. Apê Nemir ku tevî temenê xwe yê mezin axa xwe neterikand, tevî bi zarokên xwe re heta kêliya dawî di çeperên şer ên berxwedanê de cih girt.   Xelîl Osman Hemê bi nasnav Apê Nemir di sala 1950’î de li gundê Dihapê yê Kobanê ji dayik bûye. Ew tenê kurê malê ye. 5 xwişkên wî hene. Apê Nemir ji zarokatiya xwe ve di nav derdoreke ku hestên welatparêziyê lê zêde ye de mezin bûye. Kurdbûna xwe ji kur ve jiyan kiriye. Dema ku bi çandiniyê re mijûl dibe, tevgerên siyasî yên Kurd jî dişopîne. Ji ber eleqeya wî bi siyasetê re, di dema ciwaniya xwe de 3 caran ji aliyê rejîma Sûriyeyê ve hatiye girtin. Piştî sala 1980’î Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nas dike. Ew PKKʹê ji nêz ve dişopîne. Derketina tevgera azadiya Kurd û bandora wê ya li ser civakê bandorê li Apê Nemir jî dike. Êdî ji vir û şûn de tevgera azadiya Kurd dişopîne. Tevî hemû zextên Rejîma Sûriyeyê jî paşve gav navêje û di her firsendê de têkoşîna xwe diparêze. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî dibîne. Piştî ku Rêber Ocalan nas kir, êdî weke welatparêzekî çalak ê tevgera azadiya Kurd dixebite.   Apê Nemir zewicî bû û 6 zarokên wî hene. Zarokên xwe jî bi hestên welatparêziyê mezin dike. Hem ew hem jî malbata xwe di hemû qadên tevgera azadiya Kurd de di xebatan de cih digirin. Di demên herî dijwar de jî kêliyekê jî paşve nekişandine. Apê Nemir tevî temenê xwe yê mezin tu carî paşde gav neavêtiye. Di her firsendê de ji bo azadiya gelê xwe tê dikoşe.   ROLA XWE BI LAYIQÎ BICIH ANÎ   Bi Şoreşa Rojava re Apê Nemir têkoşîna xwe didomîne. Li tevahiya herêmê jî şerekî dijwar dest pê kiriye. Di vê pêvajoya dîrokî de kesên li ser rêya azadiyê dimeşin divê rola xwe bilîzin. Bi vê hişmendiyê Apê Nemir bi malbata xwe re hem li qada leşkerî hem jî di qada civakî de di nav xebatê de cih girtin. Bi taybetî salên destpêkê yên şoreşê dijwar bû û derfet pir kêm bû. Li gel hemû şert û mercên zehmet jî di gelek qadan de di xebatên birêxistinbûna gel de cih girt û beriya berxwedana mezin a Kobanê amadekariya xwe temam kiribû. Şoreşa Rojava wê weke şoreşa gelan di dîroka mirovahiyê de cihê xwe bigirta. Apê Nemir jî wê vê rola xwe baş bi cih bianîba.   Piştî sala 2014’an çeteyên DAÎŞ’ê li Rojhilata Navîn bi awayekî çalak tevlî şerê heyî bûn. Di heman salê de li erdnîgariya Ereban gelek herêm dagir kirin. Çeteyên DAÎŞ'ê ku xwe ji van pêşketinên xwe ranegirtin, li dijî herêma Kurdan bi taybet êrişî Rojava kirin. Piştî komkujiya Şengalê êrişeke berfireh li ser Kobanê jî pêk anî. Çeteyên DAÎŞ’ê li ser cîhanê tirseke mezin avakiribû. Her ku êriş li ku derê dikirin dagir dikirin. Difikirîn ku bi heman awayî wê erdnîgariya Kurdan jî dagir bikin. Lê gelê Kurd bi berxwedanê bersiveke mezin da çeteyên DAÎŞ’ê. Bi taybetî çeteyên DAÎŞ'ê yên ku difikirîn ku wê bi hêsanî Kobanê bi dest bixin, nizanîbûn ku bi berxwedana Kobanê re dawiya xwe amade dikin.   Kobanê cihê ku Şoreşa Rojava lê dest pê kiribû. Çeteyên DAÎŞ'ê yên ku bi talîmatê dewleta Tirk êrişî Kobanê kirin, wê li vir şikestineke mezin jiyan kiriba. Li Kobaniyê civak û şervanên mîna Apê Nemir ku ji welatparêziya xwe tawîz nedan hebûn. Berxwedana Kobanê ya bi pêşengiya şervanên YPG-YPJ’ê weke şerê gel di dîrokê de cihê xwe girtibû.   BI ZAROKÊN XWE RE TÊKOŞIYA   Apê Nemir jî ji roja destpêkê ve cihê xwe di nava berxwedanê de girt. Tevî hemû israra şervanan jî bajar neterikand. Çi dibe bila bibe, wê heta dawî ji bo axa ji dayik bûye xwe tê bikoşiya. Apê Nemir ê ku di berxwedana Kobanê de ji ling û milê xwe birîndar bû, bêyî ku tedawiya xwe ya li Pirsûsê temam bike dîsa vegeriya çeperên berxwedanê. Xwesteka wî li kêleka şervanên azadiyê di heman çeperê de cih girtin e. Tevî hemû şert û mercên dijwar û temenê xwe yê mezin jî li gel şervanên azadiyê venaqete.   Apê Nemir heta kêliya dawî ya berxwedanê bi zarokên xwe re cihê xwe di nava têkoşînê de digire. Ew êdî dibe sembola berxwedanê. Paşê, yekem tişta ku bala rojnamegerên hatin çeperên berxwedanê Apê Nemir bû. Êdî hemû cîhan şahid e ku bi rastiya Apê Nemir re li Kobanê berxwedaneke çawa tê meşandin.   Zarokên wî jî mîna Apê Nemir heta kêliya dawî ya berxwedanê cihê xwe di nava têkoşînê de girtin. Kurê wî Osman di Hezîrana 2015’an de di êrişa çeteyên DAÎŞ’ê ya li ser Kobanê de şehîd bû. Tevî her tiştî jî Apê Nemir û malbata wî cihê xwe di nava têkoşînê de girtin. Apê Nemir ku di encama birîndariya xwe de milê wî seqet ma, piştî berxwedana Kobanê têkoşîna xwe di nava xebatên şoreşgerî de berdewam kir. Heta nefesa xwe ya dawî ji bo gelê xwe tê koşiya.   JI BO AZADIYA GELÊ KURD JIYA   Apê Nemir bû sembola berxwedana Kobanê û welatparêzekî mînak. Bi hestên welatparêzî yên sade, pak jiya. Ji bo azadiya gelê Kurd jiya û xebat kir. Apê Nemir bi kevneşopiya bi berxwedana xwe ne tenê ji bo Kurdan, ji bo tevahiya mirovahiyê ya cîhanê bû berxwedêrekî mînak. Navê xwe weke sembola welatparêzî û dilsoziya ji bo xak û gelê xwe di dîroka azadiyê de nivîsand.   Ji ber şehadeta Apê Nemir em sersaxiyê di serî de ji malbata wî ya hêja û welatparêz re û ji hemû gelê xwe yê berxwedêr û welatparêz re dixwazin. Îro jî weke şervanên azadiyê yên ku destkeftiyên şoreşê diparêzin em soz didin ku em ê kevneşopiya berxwedanê ya Apê Nemir heta dawiyê biparêzin. Em soza ku me di şexsê Apê Nemir de daye hemû şehîdên xwe dubare dikin."