KESK’ê li Wanê dest bi xebatên mitînga xwe kir 2024-10-14 16:30:58     WAN - KESK’ê xebata mitînga “Em nikarin debara xwe bikin, li dijî feqîriyê têdikoşin” ku dê di 30’ê mijdarê de li Enqereyê li dar bixe, li Wanê da destpêkirin.    Konfedarasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) wê di 30’yê mijdarê de li Enqereyê bi dirûşma “Em nikarin debara xwe bikin, li dijî feqîriyê têdikoşin” mitîngek li dar bixe. KESK’ê xebata mitîngê li bajarê Wanê da destpêkirin. Kedkar û karmend ji hemû bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê biçin tev li mitîngê bibin. Platforma KESK’ê ya Wanê têkildarî mitîngê li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist û daxuyanî da. Rêveberên navendên sendîkayên SES û Egîtîm Senê tev li civînê bûn.    Rêveberê Navenda Egîtîm Senê Zulkuf Guneş beriya daxuyaniyê axivî û banga beşdariya mitîngê li kedkaran kir. Guneş got ku ew ê ji bo kedkarên ji wezîfeyên xwe hatine îxrackirin dê roja 25’ê cotmehê li ber Wezareta Dadê çalakiyek li dar bixin.    Sekretera Jinan a Navenda SES’ê Nursel Yucesoy daxuyanî da û bal kişand ser budçeyê û got pergal budçeyê li alîgirên xwe belav dike. Yucesoy li dijî feqîriyê û ji bo xwedî derketina li keda xwe bang têkoşîna hevpar kir.