Kadrî Bagdû hate bibîranîn: Dewlet dizane faîl kî ne 2024-10-14 14:54:17   EDENE - Rojnameger Kadrî Bagdû di 10’emîn salvegera qetilkirina xwe de li ser gora xwe hate bibîranîn. Hevjîna Bagdû, Şemsa Bagdû di bîranînê de got ku dewlet dizane faîl kî ne lê bi zanebûn nadarizîne.    Xebatkarê Rojnameya Azadiya Welat Kadrî Bagdû, di 14’ê cotmeha sala 2014’an de dema li Taxa Ovayê ya navçeya Seyhan a Edeneyê rojname belav dikir, di encama êrişa DAIŞ’ê de hate qetilkirin. Bagdû, di 10’emîn salvegera qetilkirina xwe de li ser gora xwe hate bibîranîn. Hevserokê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Selman Çîçek, xebatkarên Çapemeniya Azad, malbata Bagdû, rêxistinên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirin re ya Akdenîzê (AYKAYDER) û gelek kes tev li merasîma bîranînê bûn.    Bîranîn, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û piştre jî beşdaran rojname û gul danîn ser gora Bagdû.    'EM Ê DEV JI NIVÎSANDINA RASETIYAN BERNEDIN’    Di bîranînê de ji ewil Hevserokê DFG’ê Selman Çîçek axivî û got ku tevî bi ser qetilkirina Bagdû re 10 sal derbas bûne jî hêj faîl nehatine girtin. Çîçek, bal kişand ser zextên li ser Çapemeniya Azad û got ku dê dev ji nivîsandina rastiyan bernedin.     ‘DEWLET BI FAÎLAN DIZANE’   Hevjîna Bagdû, Şemsa Bagdû jî têkoşîna xwe ya edaletê ya 10 salan vegot. Bagdû, diyar kir ku dewlet faîlan dizane lê belê dernaxîne holê û nadarizîne. Bagdû, anî ziman ku hevjînê ji ber belavkirina rojnameya bi kurdî hate qetilkirin û wiha domand: “Heke dewlet faîlan dernexîne holê, ev tê wê wateyê ku tiliya wê jî tê de heye. Ez kujeran dixwazim. Şehîd namirin.”    Hevşaredarê AYKAYDER’ê Mûstafa Yildiz jî xwest ku faîl bên darizandin. Herî dawî jî Hevserokê DEM Partiyê yê Edeneyê Seyfettîn Aydemîr axivî û got ku dê têkoşîna Bagdû bidomînin.    Piştî axaftinan, dua hatin kirin.    DAXWAZA LÊPIRSÎNEKE ENCAMGIR   Piştî bîranîna li ser gora Bagdû hate kirin, derbasî Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Edeneyê bûn. Bîranîna li vir bi rêzigirtinê dest pê kir û ewilî Serokê Şaxa ÎHD’a Edeneyê Yakûp Ataş mafê axaftinê wergirt. Ataş, îşaret kir ku cînayeta Bagdû kete nava cînayetên kiryarên wan nediyar û ev tişt got: “Em di salvegera 10’emîn a endamê xwe aktîvîstê mafên mirovan Kadrî Bagdû de careke din bang li Wezareta Dadê, Wezareta Karên Hundir, Komîsyona Mafên Mirovan a Meclisê, saziyên sivîl ên civakî yên netewî û navnetewî ku têkoşîna mafan didin, hemû amirên mulkî û serdozgeriyê yên li Edeneyê dikin ku ji bo bûyer bê ronîkirin û faîl bên dîtin û cezakirin lêpirsîneke bibandor û encamgir bidin destpêkirin.”   ‘HUCREYA DAIŞ’Ê QETIL KIR’    Pişt re parêzerê malbatê Tûgay Bek, qala dosyaya lêpirsînê ya Kadrî Bagdû kir û da zanîn ku dosya 10 sal in di refên tozgirtî de ye û tevî wê demê 3 cînayetên li bajêr ji aliyê heman hucreya DAIŞ’ê ve hatin kirin, weke bûyereke edlî hate dîtin û dosya ji kiryarên nediyar re hate hiştin. Bek, anî ziman ku Bagdû ji ber xwediyê nasnameya mûxalîf bû hedef hate girtin û qetilkirin û destnîşan kir ku ew jî di wê baweriyê de ne ku dê di salên pêş de cînayeta Bagdû were ronîkirin.    ‘KESÊN ASTENG DIKIN FAÎLÊN WAN E’    Xebatkarê rojnameya Yenî Yaşamê Îbrahîm Karakaş ê herî dawî axivî, rojnamevanên di salên 1990’an de hatine qetilkirin bi bîr xist. Karakaş, di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Di rastiya xwe de kesên faîl dernexistin holê ew ên ku derketina holê ya faîlan astengkirine ne.”