Mehmet Ocalan: Bi mezinkirina têkoşînê re em ê bikarin encamê bi dest bixin 2024-10-14 09:38:26   AMED - Mehmet Ocalan diyar kir ku di “Mitînga Azadiyê” de gel peyameke zelal da dewletê û hêzên navneteweyî. Ocalan, got ku ew daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd dikin û heke têkoşîn were mezinkirin dikarin encamekê bi dest bixin.    Di 10’ê cotmeha 2023’yan de li seranserî cîhanê li 74 navendan kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” hatibû destpêkirin. Di çarçoveya qonaxa duyemîn a kampanyayê de duh li Amedê “Mitînga Azadiyê” hate lidarxistin. Tevî astengkirinan jî ji çar aliyên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi deh hezaran kesan xwe gihand Amedê û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kirin. Destûr nehate dayin ku gel derbasî Qada Stasyonê bibe. Xelk jî li gelek noqteyên cuda yên bajar kom bû û bertekên xwe nîşan da. Siyasetmedar û parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ku dihat payin di mitîngê de biaxivin, bi saya sekna bibiryar a gel li pêşiya AZC Plaza ya li Semta Ofîsê ya Bajarê nû hatin gel hev. Bi hezaran kesên li vir kom bûyîn careke din gotin ku navnîşana aştiyê Îmrali ye. Yek ji kesên beşdarî mitîngê bûyî jî birayê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan bû. Mehmet Ocalan, sekna gel û peyamên mitîngê nirxand.    SPASIYA KESÊN KAMPANYAYÊ BIRÊVE DIBIN KIR    Ocalan, anî ziman ku zêdetirî saleke di qada navneteweyî de kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” pir baş hate domandin. Ocalan, wiha got: “Ji bo vê kampanyayê pir dereng man. Divê hêj zûtir bihata destpêkirin. Heke zûtir bihata destpêkirin dê ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd û Serok Apo pir baştir bûbûya. Ev saleke kampanyayeke pir mezin tê meşandin. Xelkê me li her devera Ewropayê têdikoşe. Spasiya wan dikim.”    'DIVÊ EM KAMPANYAYÊ HÊJ XURTIR BIMEŞÎNIN’    Bi domdarî Ocalan destnîşan kir ku kampanya dikeve sala duyemîn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em ji bo azadiya Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd dixwazin kampanya bê domandin. Em têkoşîna xwe ya demokratîk bidomînin. Heke em vêya bikin, em ê bikarin di pêşerojê de encamên erênî bi dest bixin.”    Ocalan, da zanîn ku gel li Amedê peyameke pir baş daye û axaftina xwe wiha qedand: “Gel, peyameke pir baş da hikûmet, dewletê û hêzên ku Serokatî anîn vê derê... Tevî hemû bêderfetiyan jî hatin vê derê. Li gel ku rê hatibûn girtin jî ji Mêrdîn, Êlih, Xarpêt û hwd. hatin vê derê. Ez spasiya tevan dikim.  Serkeftin dê ya vî gelî be.”