Li Kolikê bi ser malan de hate girtin 2024-10-14 08:58:32 SEMSÛR - Di serdegirtinên malan ên li Kolikê de Hevserokê DEM Partiyê yê Navçeyê Saît Dîlek jî di nav de 4 kes hatin binçavkirin.    Îro di danê sibehê de polîsan di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Kolik a Semsûrê de li navçeyê bi ser malan de girtin. Di serdegirtinên malan de Hevserokê DEM Partiyê yê Kolikê Saît Dîlek û kesên bi navên Sînan Sut, Nûrî Karli û Hasan Şahîn hatin binçavkirin. Binçavkirî birin Midûriyeta Emniyetê ya Kolikê.    Li bendê ye ku kesên bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” hatin binçavkirin piştî karûbarên li emniyetê sewqî edliyeyê bên kirin.