Gundê Minbicê yê Ewn Dadat hate topbarankirin 2024-10-13 21:50:58   NAVENDA NÛÇEYAN - Hate diyarkirin ku Tirkiye û komên paramîlîter ên girêdayî wê bi çekên giran gundê Ewn Dadat ên Minbicê topbaran kirine.    Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku dewleta tirk a dagirker û komên girêdayî wê di van kêliyan de gundê Ewn Dadat ê li bakurê kantona Minbicê bi çekên giran topbaran dikin.   Li gorî navendê dagirkeran bi 4 fuzeyan gund hedef girtine.