Serokên nû yên baroyên Êlih, Mêrdîn û Enqereyê diyar bûn 2024-10-13 19:47:50   NAVENDA NÛÇEYAN - Baroyên Êlih, Mêrdîn û Enqereyê bi lijneya giştî ya lidarxistin re serokên xwe yên nû hilbijartin.    Baroya Êlihê, ji bo ku serok û rêveberiya nû diyar bike 18’emîn Lijneya Xwe ya Giştî ya Asayî li dar xist. Di lijneya ku 4 kes ketin pêşbirkê de Abdûlhamît Çakan û Teyyar Ekmen bi lîsteyê ketin hilbijartinê, Jan Arîn Ari û Nûrî Mehmetoglû jî bêyî ku girêdayî lîsteyekê bibin tev li hilbijartinê bûn. Di lijneya ku li Eywana Konferansê ya Tahîr Elçî pêk hat de Abdulhamît Çakan ê dengê herî zêde wergirt bû serokê baroyê yê nû.    LI MÊRDÎNÊ DÛYAN HATE HILBIJARTIN    Lijneya Giştî ya ku Baroya Mêrdînê bi armanca serokê nû û endamên lijneya rêveberiyê diyar bike pêk anî bi dawî bû. Dengdayîna ku di saetên serê sibê de dest pê kir, saet di 17.00’an de bi dawî bû. Di dengdayînê de ji 798 parêzeran 653’yan deng dan.    Hilbijartina serokatiyê ku Îsmaîl Elîk, Ahmet Dûyan, Hakan Gelerî û Medenî Aydan namzet bûn, Ahmet Dûyan qezenc kir. Piştî ku encamên hilbijartinê diyar bûn namzetan hevdû pîroz kirin û bi hev re wêne kişandin.    LI BAROYA ENQEREYÊ SERDEMA DUYEMÎN A KOROGLÛ    68’emîn Lijneya Giştî ya Baroya Enqereyê bi hilbijartina di roja duyemîn de hate kirin bi dawî bû. Di hilbijartinên tevahiya rojê berdewam kir de, namzetê Koma Parêzerên Çep ên Demokratîk Mûstafa Koroglû bi 4 hezar û 344 dengan jinûve weke serokê hate hilbijartin. Di hilbijartinê de ji 24 hezar û 400 parêzerên li baroyê qeydkirî ne 14 hezaran deng dan. Ji van dengan 13 hezar weke derbasdar hatin hesibandin.    Dengên ku namzetan girtin wiha ne:    * Namzetê Koma Parêzerên Demokratîk ên Sala 100’emîn  Bulent Yuceturk: 3 hezar û 534   * Namzetê koma parêzerên Netewperestên Tirk Hakan Erdem: 2 hezar û 110   * Namzeta Koma Mafên Parêzeran Ebrû Donmez: 2 hezar û 27   * Namzetê Koma Parêzerên Hemdem ên Azadîxwaz Dogûkan Tongûç Cankûrt: 784   * Namzetê Koma Guherînê ya Baroya Enqereyê Mehmet Zekî Kaplan: 310   * Namzetê Koma Parêzerên Têkoşer Coşkûn Ozgur Pîroglû: 166   * Îbrahîm Akin: 92