Ji roja ‘azadiyê’ ya Amedê çend nîşe 2024-10-13 18:59:09 AMED - Li Amedê tevî barîkat û astengiyan berxwedana “azadiyê” tevahiya rojê berdewam kir. Bi deh hezaran azadiya Abdullah Ocalan qêriyan.  Bertek nîşanî qedexekirina mitînga ku dihate plankirin bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, pêkhatina azadiya wî ya fizîkî û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd îro li Amedê bê lidarxistin, hate dayîn. Bi hezaran kesan berê xwe dan Amedê. Tevî hemû astengiyên polîsan girse ji çar aliyan ve herikî Amedê. Tevahiya rojê li hemû kolanên bajêr bertek nîşanî tecrîda li Îmraliyê hate dayîn. Bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Ciwan Fedayiyên Rêber Apo ne” çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin.    Tevahiya rojê li bajêr tişt qewimîn:     * Tevî dorpêç û astengkirina li ber Plazaya AZC ya li semta Ofîsê bi hezaran kes kom bûn. Girseya ku ji navçeyên Rezan û Sûrê li noxteyên ber bi Qada Îstasyonê ve diçin kom bûn tu astengî nasnekirin. Kolan bi kolan bi dirûşmeya “Bijî Serok Apo” meşiyan.     Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek, Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir, Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogûllari, Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Cahît Kirkazak, yek parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Rezan Sarica û birayê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan ên hatin ber Plazaya AZC’yê tevahiya rojê bi girseyê re li ber xwe dan.    * Ciwanêwn ku hatin ber Plazaya AZC’yê rojnameya ku wêneyuê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li ser bû hilgirtin û dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kirin.    * Ciwanan gelek caran gotinên endamê Konseya PKK’ê Mûrat Karayilan bi bîr xistin.    * Dayik bi laçikên xwe yên sipî ku sembola aştiyê ne û bi rengên kesk û sor û zer hatibûn xemilandin hatin qadê.    * Girseyê li dijî bêtehamuliya polîsan a li dijî Abdullah Ocalan bi çepik û dirûşmeyan bersiv da.     * Li dijî anonsên ku polîsan ji bo dengê girseyê kêm bike kirin parlamentera DEM Partiyê Salîha Aydenîz tevahiya rojê anons kirin.     * Ciwanên ku li semta Ofîsê kolan bi kolan azadiya Abdullah Ocalan qêriyan dirûşmên “Em ê cîhaneke bêyî Ocalan bi serê we de hilweşînin” , “Ciwan fedayiyên Rêber Apo ne” , “Ev der Kurdistan e, ji vir derketin nîne” û “Kurdistan xwedî li rêbertiya xwe derkeve” berz kirin. Dayikan jî bi dirûşm û çepikan piştgirî da ciwanan û ew hembêz kirin.     * Li kolanên Sûrê barîkat hatin danîn û fîşekên hewayî hatin avêtin.     * Li Rezanê parlamenterê DEM Partiyê Alî Bozan li dijî astengkirina polîsan bi megafonê bi gotina “Heta ku azadiya fizîkî ya birêz Ocalan pêk neyê û pirsgirêka kurd bi awayekî demokratîk çareser nebe em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin” bertek nîşan da. Li kolanên Rezanê ligel stranên kurdî meş hate lidarxistin.    * Li Rezanê parlamenterên DEM Partiyê li dijî astengkirinan rê li trafîkê girtin û çalakiya rûniştinê li dar xistin. Di encama berxwedanê de girse ber bi Plazaya AZC’yê ve meşiya.     * Girseya ji Rihayê hat li Noxteya Polîsan a Qirxalî ku di rêyên gundan de gihiştinê hate rawestandin. Girse li ser vê yekê bi peyatî kete rê dirûşmeyên “Em ê bi berxwedanê serbikevin” û “Bijî berxwedana Îmraliyê” berz kirin.     * Li dijî mudaxileya polîsan parêzerekî bi gotina “Hûn li bajarê me dijminatiyê li me dikin, em nikarin li bajarê xwe berteka xwe bînin ziman” bertek nîşan da.     * Wesayîtan û welatiyan piştgirî da girseya ku li bajarê polîsan li her noxteya wê barîyer û barîkat danîn li ber xwe dan.     * Hemû astengî û barîkat bêencam man, li pêş plazaya AZC’yê mitîng hate lidarxistin. Bi hezaran kesên kom bûn ji pirsa Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar a “Çareseriya pirsgirêka kurd ji ku derê re derbas dibe? re bersiva “ji Îmraliyê re” dan.    * Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan jî bal kişand ku bi astengkirin û qedexeyan aştî pêk nayê û ji bo çareseriyê îşaret bi Îmraliyê û Meclisê kir.     * Li Amedê welatiyan bi dirûşmeyên xwe, siyasetmedaran bi peyamên xwe nîşan dan ku çareseriya pirsgirêka kurd di Îmraliyê re derbas dibe û azadiya Abdullah Ocalan hate destnîşankirin.