Bakirhan li Amedê bang kir: Navnîşana çareseriyê Îmrali û Meclis e 2024-10-13 16:56:50   AMED - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di mitînga “Azadiyê” de axivî û bertek nîşanî qedexekirina mitîngê da. Bakirhan, wiha got: “Aştiya Tirkiyeyê wiha pêk nayê. Çareserî li Îmrali û Meclisê ye.”    Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di çalakiya “Azadiyê” ya li Amedê de axivî. Bakirhan, bertek nîşanî polîsên ku gelek caran gotinên siyasetmedaran qut dikirin da. Bakirhan, got: “Ev dîmenê îro em dibînin, nîşan dide ku yên dibêjin ‘Em ê aştiya Tirkiyeyê pêk bînin’ di gotinên xwe de dixapînin. Aştiya Tirkiyeyê bi vî awayî pêk nayê. Aştiya Tirkiyeyê, bi birîna axaftina hevserokên giştî ya ji hêla memûrekî ve pêk nayê. Ez bangî wî dikim, karê xwe bike. Li vî welatî dozger hene. Muxatabên me hûn nînin. Bila muxatabên me bersivê bdin. Li wir mudaxeleyê nekin û vê derê proveke nekin. Bi dehhezaran kes ji her çar aliyên Tirkiyeyê ji bo şermezarkirina tecrîdê hewl dan bên Amedê. Hûn bifikirin bê ka bi komplo û tecrîdê ev welêt ket çi halî.”    ‘HÛN NIKARIN OCALAN DI ODEYEKÊ DE BIGIRIN’    Bakirhan, wiha domand: “We tecrîd kir û deriyên Îmraliyê qifle kiğrin. Aborî têk çû, civak riziya û rageşiyên di nava civakê de derketin lûtkeyê. Heke komplo û tecrîd bi ser ketina, bi dehhezaran kes îro seferber nedibûn. Polîtîkaya we îflas kir. Êdî vê qebûl bikin. Tirkiye di nava tengijîneke mezin de ye. Kesên jiyaneke wekhev dixwazin, li dijî komplo û tecrîdê ne. Ev komplo û pergal, ji bo wê ye ku berê kurd û tirkan bidin hev û birêve bibin. Ev komplo li Îmraliyê vala derket. Îmraliyê ev yek ji bo gelên kurd û tirk bikarin bi awayekî wekhev di komareke demokratîk de bijîn wiha kir Lê we deriyên Îmraliyê qifle kir û zirarê didin demokrasiya welêt. Milyonên vî welatî ji bo ‘kurd bi zimanê dayikê neaxivin’ û ji bo tecrîdê hatin xerckirin. Dengê birêz Ocalan bibihîsin ku dibêje werin em bi aştiyane û bi awayekî demokratîk bijîn. Birêz Ocalan, hêviya aştiyê ya gelê kurd e. Hûn nikarin birêz Ocalan di hucreyekê de bigirin. Birêz Ocalan, kedkarê li Stenbolê ye, rêhevala jin a li Amedê ye.    LI DERIYÊN NAVNETEWEYÎ LI RÊYA ÇARESERIYÊ NEGERIN    Navnîşana aştiya civakî, Îmrali ye. Navnîşana din jî Meclis e. Deriyên Îmraliyê vekin. Em ê her tim lip dijî van polîtîkayên komplo û tecrîdê bin. Destê aştiyê yê birêz Ocalan dirêj dike, hêviya vî welatî ye. Ez li vir bangî Meclisê dikim; Meclis nikare vê pirsgirêkê weke pirsgirêka ewlehiyê binirxîne. Êdî bes e. Heke bixwazin ciwan kar peyda bikin, debara xwe bikin, jiyana xwe ji dest nedin, heke nexwazin şerê li Rojhilata Navîn li vir jî belav bibe, divê çareseriya pirsgirêka kurd bi muxatabên wê re bê kirin. DEM Partî ji bo vê amade ye.    Ev aştî, bi polîtîkayên tecrîdê nabe. Bi qilfkirina deriyê Îmraliyê nabe. Tevî hemû bedelan, zilm û êşan jî em dîsa jî qala aştiya Tirkiyeyê dikin. Li deriyên navneteweyî li pey çareseriyê negerin. Di hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên dawî de gel ji polîtîkaya tecrîdê re got; ‘na.’”