Berxwedana Botaniyan encam girt: Gel ber bi Amedê ve kete rê 2024-10-13 15:25:15 AMED - Berxwedana girseya ji Herêma Botanê bi daxwaza tevlibûna “Mitînga Azadiyê” bi rê ketî bi ser ket. Welatî, ber bi Amedê ve ketin rê.  Platforma Saziyên Demokratîk plan dikir ku îro di çarçoveya kampanyaya navneteweyî ya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” de li Amedê bi dirûşma “Em li dijî komployê li ber xwe didin, li Amedê tên gel hev” de mitîngê li dar bixe. Ji bo tevlibûna “Mitînga Azadiyê” ji Şirnex û Mêrdînê jî gelek kesan berê xwe dan Amedê û li navçeya Xana Axparê hatin sekinandin. Botaniyên ku li dijî astengkirinê ji wesayîtên xwe paya bûn, ber bi Amedê ve dest bi meşê kirin. Girseyê gelek caran dirûşmên “Her der Kurdistan e her der berxwedan”, “Ciwan fedaiyên Apo ne”, “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” û “Hezar silav ji Îmraliyê re” berz kir.    DESTÛRA KETINA BAJAR DAN   Parlamenterê DEM Partiyê yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez di meşê de axivî û got ku heke destûra wesayîtan nedin, dê heta Amedê bi meşê biçin. Îrmez, ev tişt anî ziman: “Em ê dev ji meşa xwe bernedin. Daxwaza me, azadiya fîzîkî ya birêz Abdullah Ocalan e.” Girseyê demekî dirêj dirûşm berz kir, li çepikan xist û meş li dar xist. Berxwedana botaniyan encam da û destûr hate dayin ku bi wesayîtên xwe biçin Amedê.    ÊLIH   Bi sedan kesên ji Êlihê ber bi Amedê ve ketin rê jî bi hinceta biryara qedexeyê ya walîtiyê hatin astengkirin. Welatiyên di derketina bajar de hatin astengkirin, cade ji hatin û çûnê re girtin û çalakiya rûniştinê li dar xistin. Di çalakiyê de govend hate gerandin û sirûda “Herne Pêş” hate xwendin. Welatiyan gelek caran dirûşmên “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin”, “Zext nikarin me bêzar bikin” û “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin. Welatiyên ku demekî dirêj li vir man, dest bi meşê kirin.    BIJÎ SEROK APO   Di meşê de gelek caran dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Ciwan fedaiyên Apo ne” û “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin. Girse heta navenda bajar meşiya û welatiyên li derdorê jî bi nîşaneyên serkeftinê, tililî, çepik û kornayên wesayîtan piştgirî dan. Tevî astengkirinan jî bi sedan kesan berîqet derbas kirin û ber bi Amedê ve ketin rê.    RIHA   Welatiyên ku ji Rihayê ber bi Amedê ve ketin rê, ji hêla polîsan ve hatin astengkirin. Girse hêj jî li bendê ye ku rê li ber were vekirin. Girse gelek caran dirûşmên “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” ‘û “Bijî berxwedana Îmraliyê” berz dike.