Xelkê Amedê ji bo mitînga ‘Azadiyê’ kom dibe 2024-10-13 12:58:28 AMED - Bi hezaran kes ji bo tevlibîna “Mitînga Azadiyê” li Semta Ofîsê û Cadeya Goçmenlerê tên gel hev.  Beriya “Mitînga Azadiyê” ku bi pêşengtiya Platforma Saziyên Demokratîk û bi dirûşma “Em li dijî komployê li ber xwe didin û li Amedê tên gel hev”, gelek deverên Amedê hatin dorpêçkirin. Di serî de Qada Stasyonê, li gelek cade û kolanên bajar bi wesayîtên zirxî hatin girtin.    Lê tevî vê jî welatî li gelek noqteyên bajêr kom dibin. Parlamenterên DEM Partiyê jî di nav de gelek kes li ser Cadeya Goçmenlerê ya li Taxa Fatîhê ya navçeya Rezanê hatin gel hev. Girseyê ji vir ber bi Qada Stasyonê ve dest bi meşê kir. Polîsan hewl dan meşê asteng bikin. Hinek welatiyên di meşê de cih digirin bi gotina “Hûn çi bikin jî ev gel dê bimeşe. Hûn nikarin pêşî lê bigirin.” bertek nîşanî polîsan dan.    BAJARÊ NÛ   Di heman demê de gelek welatî li pêşiya AZC Plaza ya Semta Ofîsê hatin gel hev. Tê pahin ku girseya parlamenter û hevşaredar jî di nav de li vir daxuyaniyê bide. Li bendê ye ku Hevserokên Giştî yên DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir û Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan tev li daxuyaniya il vir bibin.    Yek ji cihên din ên welatî li kom bûn jî Xaçerêya Hala Kevin bû. Polîsan hewl dan girseya ku parlamenterên DEM Partiyê jî di nav de bûn, dorpêç bikin. Parlamentera DEM Partiyê Çîçek Otlu bertek nîşanî polîsên hewl didin mudaxileyê bikin da û wiha got: “We ewqas berîqet ne danîn pêşiya kesên jinan qetil dikin.” Parlamenteran tevî welatiyan li kolanan dest bi meşê kirin.