Şemsa Bagdû: Heta faîl tên cezakirin dê têkoşîna me bidome 2024-10-13 10:50:16   EDENE - Bi ser qetilkirina belavkarê Rojnameya Azadiya Welat Kadrî Bagdû re 10 sal derbas bûn lê hêj jî faîlên wî nehatine girtin. Şemsa Bagdû diyar kir ku heta faîlên hevjînê wê tên girtin û cezakirin dê têkoşîna wan bidome.     Rojnameya Azadiya Welat bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hatibû girtin. Kadrî Bagdû ku 17 salan belavkariya Azadiya Welat dikir, di 14’ê cotmeha 2014’an de li semta Şakîrpaşa ya navçeya Seyhan a Edeneyê dema bi duçerxeya xwe belavkarî dikir hate qetilkirin. Bagdu, ji hêla kesekê li motorsîkletê siwar û kask li serê wî ve hate qetilkirin. Di lêpirsîna têkildarî qetilkirina Bagdû de bi lez û bez biryara “nepeniyê” hate dayin. Piştî lêpirsîna 15 mehan biryara nepeniyê hate rakirin. Li gel ku gumana ku Bagdû ji hêla DAIŞ’ê ve hatibe qetilkirin hebû jî weke bûyereke edlî hate destgirtin.    'TÊKILDARÎ BÛYERÊ TU HÊMA NÎNIN’   Cîgirê Midûrê Şaxa Asayîşa Edeneyê cînayet lêkolîn kir û di fezlekeya amade kirî de cih da îfadeyên şahidan. Ji şahidan Mahmût Oguz diyar kir ku ji ber dengê çekan çûye ber derî, motorsîkleteke rengê wê sor a bi markaya yamaha bi lez û bez ber deriyê kargeha wî re derbas bûye, li milê rastê vegeriya û ber bi Bazara Sêşemê ve çûye, kaskeke sor li serê ajokar bû, parkekî reş li xwe kiribû. Li ser vê îfadeyê, polîsan ji291 motorsîkletên bi markaya Yamaha 125 YBR yên Edeneyê 176 jê kontrol kirin. Di vê navberê de, du roj piştî mirina Bagdû îxbarek hat ku kesekê li motorsîkletê siwar di nava kaxiza rojnameyê de tiştek avêtiye qenala avdanê. Di lêkolînê de derket holê ku di nava wê kaxizê de du plakayên cuda yên motorsîkletên hatine dizîn hene. Ji van plakayan yek jê ya motorsîklêta ji Sîlîfkeyê hatiye dizîn, ya din jî aydê motorsîklêta ji Erdemliyê hatibû dizîn bû. Lê belê ji bo plakayan wiha hate gotin: “Tu eleqeya wê bi kuştina Bagdû re nîne.” Di heman demê de polîsan tespît kirin ku li kolana hejmar 44 hezar û 292’yê ku Bagdû lê hatibû qetilkirin tu kamera tune ne. Piştre jî qeydên kamerayan ên aydê 47 kargehan hatin komkirin. Di du kamerayan de motorsîklet hate dîtin lê şexs nehate tespîtkirin. Polîsan îdia kirin ku “mobesse di dema çalakiyan de hatine texrîbkirin” lewma dîmen nehatine bidestxistin.    'TEVÎ ÎTÎRAFAN JÎ DOSYA HATE GIRTIN’   Endamê DAIŞ’ê Servet Koç di sala 2016’an de li ser medyaya dijîtal peyam û dîmen ji kurê Bagdû, Îsmaîl Bagdû re şand. Di dîmen û peyaman de got bê ka cînayet çawa kirine û ji hêla dewletê ve çawa hatine bikaranîn. Koç, yek bi yek vegot bê ka cînayetên Bagdû, Gulduren û Albay ên li Edeneyê çawa kirine, da zanîn ku motorsîklêt aydê Mûrat Bulanik e, çek ji hêla kesekê ji Agiriyê yê bi navê Cûmalî ve hatiye peydakirin, çeka hatiye bikaranîn bi xeletî ve li mala Bulanik hatiye teqandin, heke tadîlata wê nehatibe kirin hêj niha jî dibe şopa wê li odeyê hebe. Lê tevî vê jî di lêpirsînê de tu pêşketin çênebûn. Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê di cotmeha 2020’ê de cînayet weke “bûyereke edlî” nirxand. Li ser vê yekê malbatê bi rêya parêzeran serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) da.    MALBAT: TILIYA DEWLETÊ TÊ DE HEYE   Şemsa Bagdû ku bi sala ye ji bo hevjînê xwe têkoşîna edaletê dimeşîne, diyar kir ku di dosyaya lêpirsînê de tu pêşketin çênebûne. Bagdû, wiha got: “Faîl dernexistin holê û nedarizandin. Servet Koç ê DAIŞ’î îtîraf kir û cînayet vegot lê dewletê faîl negirt û nedarizand. Heta ku faîl tên girtin û cezakirin dê têkoşîna me ya hiqûqî bidome. Em dixwazin faîl bên cezakirin. Di cînayetê de tiliya dewletê jî heye lê vê dernaxînin holê. Hevjînê min kurd û rojnameger bû lewma hedef hate girtin.”    BEK: NAXWAZIN FAÎLAN CEZA BIKIN   Parêzerê malbata Bagdû, Tugay Bek jî anî ziman ku tevî delîl û îtîrafan jî di dosyayê de tu pêşketin çênabin. Bek, wiha domand: “Xuyaye ku ev êriş ji hêla hucreyeke DAIŞ’ê ya li Edeneyê ve hatiye kirin. Îtîrafên Servet Koç ê DAIŞ’î hene. Dibêje ku wan kiriye. Bagdû dihat naskirin lewma hedef hate girtin. Di çalakiyên wê demê ji bo Kobanê dihatin kirin de hate tespîtkirin, derheqê wî de biryara girtinê hate dayin. Balkêş ku Bagdû di nava rojê de li naverasta kolanê hate qetilkirin lê tu dîmen tune ne. Heke dewletê bixwesta faîl an jî faîlan bibîne dê bidîta. Bagdû ji ber nasnameya xwe ya muxalîf hedef hate girtin û faîlên wî bi zanebûn nayên girtin. Bi guherîna rewşa siyasî re dibe ku faîlên cînayetê bên girtin û cezakirin.”    MA / Hamdûllah Yagiz Kesen