Ji astengiya polîsan re gotin 'Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin' 2024-10-12 22:05:22   NAVENDA NÛÇEYAN –  Girseya ku dixwest biçe Amedê li dijî astengiya polîsan çalakiya rûniştinê li dar xist û got: "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin."   Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, misogerkirina azadiya wî ya fizîkî û bi awayekî demokratik çareserkirina pirsgirêka kurd wê sibê li Amedê mîtîngek bê lidarxistin. Ji navçeya Geverê ya Colemêrgê gelek kes ji bo tevlî mîtîngê bibin bi dirûşmeya "Em li dijî komployê li ber xwe didin, ji bo azadiyê em li Amedê dicivin" bi wesayîtên taybet ketin rê. Danê sibehê jî bi sedan polîs û wesayitên zirxî avahiya DEM Partiyê ya Geverê dorpêç kirin. Rêyên ber bi avahiya partiyê ve ji çûnhatinê re hatin girtin. Gel û partiyî jî li dijî astengiya polîsan daxuyanî dan çapemeniyê û çalakiya rûniştinê li dar xistin.    Beriya daxuyaniyê endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Geverê tevî hemû astengiyan li avahiya partiyê hatin cem hev û dirûşmeyên "Bijî berxwedana zindanan" û "Jin jiyan azadî" qîriyan.   ‘RÊYÊN AŞTIYÊ VEKIN'   Hevserokê Navçeya Geverê ya DEM Partiyê Ercan Sevmez di daxuyaniyê de diyar kir ku dema xwestine bi daxwaza azadiyê ya ji bo hemû girtiyên siyasî û gelên Rojhilata Navînê bikevin rê rastî astengiyên polîsan hatine û got: “Yên li vî welatî aştiyê dixwazin dorpêç û mertalan tên astengkirin. Xwestina aştî û azadiyê daxwazeke mirovî û gerdûnî ye. Ev daxwaz nayê astengkirin. Çi bû ku du roj beriya mîtîngê qedexe hat ragihandin? Ji kengê ve daxwaza aştiyê hatiye qedexekirin? Tevî hemû astengiyan em û gelê xwe dê sibê li Amedê bin. Tişta ku em li vir û li Amedê dikarin bêjin rakirina tecrîdê û vekirina rêyên aştiyê ye."   Girse piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê li dar xist. Di çalakiyê de tim dirûşmeyên "Ji tecrîdê re na, aştî" û "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" hatin berzkirin.    ENQERE   Gelek kesên ku li Parka Kûrtûlûşê kom bûn û ji bo mîtîngê ji Enqereyê ber bi Amedê ve bi rê bikevin ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Girseya ku çûna wê hat astengkirin, daxuyanî da û çalakiya rûniştinê li dar xist.    Li ser navê girseyê Berdevka Meclisa Jinan a Enqereyê ya DEM Partiyê Nebahat Çalpanê axivî. Çalpanê got: "Em bi vî awayî dorpêçkirina azadiya siberoja xwe qebûl nakin."    Piştî axaftinê girse bi berzkirina dirûşmeyên "Ji tecrîdê re na, aştî" û "Bijî berxwedana zinandan" çalakiya rûniştinê li dar xist.