Abdullah Findik bû serokê Baroya Şirnexê 2024-10-12 19:52:33   ŞIRNEX– Baroya Şirnexê Lijneya Giştî li dar xist. Abdullah Findik bû serokê baroyê.    Baroya Şirnexê 11'emîn Lijneya Giştî ya Asayî li hewşa Konferansê ya Zanîngeha Şirnexê pêk anî. Parêzerên Baroya Şirnexê û nûnerên saziyên sivîl jî beşdarî Lijneyê bûn. Li  hewşaya ku komîsyon lê hat lidarxistin pankarta ku wêneyên parêzerên jiyana xwe ji dest dane ku nivîsa "Em we ji bîr nakin" hatiye nivisandin hat daliqandin. Lîjnê bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir.   Piştî rêzgirtinê Serokê Baroya Şirnexê yê serdema berê Rojhat Dilsîz axivî. Dîlsîz bi lêv kir ku divê baro li dijî desthilatdarên ku dixwazin darazê têxin bin kontrola xwe de têbikoşin û wiha axivî:"Serxwebûna darazê temînata bingehîn a maf û azadiyên bingehîn e. Heya ku dadger nekare li hemberî hêzeke derve li ber xwe bide, nikare hiqûqê bi awayekî edlane belav bike. Ev demeke ku sûcdar ji ber polîtikayên bê cezahiştinê bi rihetî dikarin kolanan mirovan bikujin. Ji ber vê yekê divê em hiqûqnas ji bo parastina rûmeta hiqûqê yekbin."   SEROKÊ BAROYÊ DIYAR BÛ    Piştre rapora faaliyetê hat xwendin. Lijne bi axaftina namzetên Serokê Baroyê Abdullah Findik, Kadrî Akgûn û Îdrîs Guzel berdewam kir. Piştî axaftinan dengdayînê dest pê kir. Di sê  sindoqên ku hatibûn danîn de deng hatin bikaranîn. Di encama deng dayinê de Abdullah Findik weke Serokê Baroya Şirnexê yê nû hat hilbijartin.