Li Dîlokê dayikek û çar zarokên xwe hatin qetilkirin 2024-10-12 14:06:42 DÎLOK - Li Dîlokê kesê bi navê Ahmet Demîr hevjîna xwe Emînde Demîr û çar zarokên xwe qetil kir.   Li taxa Guzelvadî ya navçeya Mezmaxor (Şahînbey) a Dîlokê kesê bi navê Ahmet Demîr, hevjîna xwe Emîne Demîr û yek jê 2 salî çar zarokên xwe qetil kir. Demîr paşê xwe jî kuşt.    Şêniyên taxê agahî dan tîmên tenduristiyê û polîsan û hatin cihê bûyerê. Tîmên tenduristiyê cenazeyan rakir morga Saziya Tiba Edlî ya Dîlokê.