Şofêrên TIR’an çalakî li dar xistin 2024-10-12 12:45:18   ŞIRNEX - Şofêrên TIR’ên ku xwestin derbasî Herêma Kurdistanê bibin bi daxwaza ku tevdîrên ji bo ewlehiya wan bê girtin dest bi grevê kirin.   Şofêrên TIR’ên ku diçûn Herêma Kurdistanê piştî ku li Hewlêrê bertek nîşanî şofêran hat dayîn û êriş li dijî wan pêk hatin, biryar dan ku çalakiya grevê li dar bixin. Ev demek dirêj e ku welatiyên ji Hewlêrê nahêlin wesayitên bi plakayên Tirkiyeyê derbasî Herêma Kurdistanê bibin. Ji ber vê yekê jî şofêrên TIR’an ku piraniya wan kurd in bi êrişan re rû bi rû dimînin.    BIRYARA ÇALAKIYA GREVÊ    Di dîmenên ku şofêrek TIR’ê bi telefona xwe qeyd kiriye de tê dîtin ku şofêrên TIR’an tên astengkirin û êriş li wan tê kirin. Piştî êrişê şofêran bi daxwaza vekirina rêya bejahî ya ku ji wesayîtên mezin re hatiye girtin û tevdîra ewlehiya wan bê girtin biryara grevê dan. Şofêran diyar kirin ku heta daxwazên wan pêk werin dê ew greva xwe bidomînin.