Wezaretê bersiva qedexekirina ‘Pêşî Peya’ da: Ne li gorî standartan e! 2024-10-11 15:32:13   ENQERE - Wezareta Ragihandinê û Binesaziyê bersiva pêşniyaznameya têkildarî nivîsa hişyariya trafîkê “Pêşî Peya” ku jê hatibûn rakirin da. Wezaretê îdia kir ku kurdî “ne li gorî standartan e.”    Şaredariyên DEM Partiyê li ser cadeyan hişyariyên trafîkê yên bi kurdî “Pêşî Peya” û “Hêdî” nivîsandibûn. Ev nivîsên bi kurdî yên navborî jê hatibûn birin. Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Bêrîtan Guneş Altin têkildarî jêbirina nivîsên bi kurdî di 31’ê tîrmehê de pêşniyazname dabû Meclisê. Wezîrê Ragihandin û Binesaziyê Abdulkadîr Uraloglû bersiva pêşniyaznameyê da.    Wezaretê di bersiva xwe de îdia kir ku zimanê kurdî “ne li gorî standartan û teknîka rêya ye. Ji bilî zimanê fermî nivîsandina bi zimanek din ne li gorî standartê ye.”   GUNEŞ: EM QEBÛL NAKIN    Parlamenter Bêrîtan Guneş beresiva wezaretê nirxand û diyar kir ku astengkirina nivîsên kurdî dijminatiya li hemberî kurdan û kurdî ye û got: “Ev hikm û standartên ku qala wan tê kirin nabe ku ji zimanê kurdî re bikin asteng. Hema bêje her kes bi kurdî dizane û bi kurdî diaxive. Rakirina nivîsên trafîkê yên bi kurdî li Kurdistanê nayê qebûlkirin. Em hinceta wezaretê jî qebûl nakin. Em ê bi zimanê xwe li her deverê biaxivin û li her qadên jiyanê bi çand û nasnameya xwe rabin.”    MA / Mehmet Aslan