Jina 77 salî li sînor hate binçavkirin 2024-10-11 14:34:10   ŞIRNEX - Vazîre Abdulkerîm a 77 salî ku ji Deriyê Sînor ê Xabûr kete Silopiyayê hate binçavkirin.    Vazîre Abdulkerîm a 77 salî ku nexweşiya wê ya dil heye dema di Deriyê Sînor ê Xabûrê yê li navçeya Silopiya ya Şirnexê de bi hevjînê xwe re derbas bû hate binçavkirin.    Hate zanîn ku di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê daye destpêkirin de di şopa tiliyên Vazîre Abdulkerîm a di sala 2015’an de daye Îdareya Koçê qeyda sûc hebûye lê ji ber şopa tiliyên wê yên li ser nasnameyê hev ne girtine hatiye binçavkirin.    Tê payîn ku Vazîre Abdulkerîm a birine Midûriyeta Polîsan a Silopiyayê, ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê ve li ser SEGBÎS’ê îfadeya wê dê bê wergirtin.    Hate zanîn ku Vazîre Abdulkerîm a cot hemwelatîbûna wê heye ji bo serdana zarokên xwe yên li navçeya Mehsert a Mêrdînê dijîn bike hatiye.