Lêpirsîna der barê Orhan de bi encam bû 2024-10-11 13:52:12   WAN - Lêpirsîna der barê Muhammed Orhan ê li Wanê bû remza berxwedana şaredariyê, bi neşopandinê bi encam bû.    Li Wanê di navbera 2-3’yê nîsanê de li dijî desteserkirina vîna gel ango desteserkirina mazbataya Abdullah Zeydan gel rabû berxwedanê. Di xwepêşandanên xwedîderketina li îradeyê de Muhammed Orhan (18) ku bi binçavkirina xwe bû remza berxwedanê, di 4’ê nîsanê de hatibû girtin. Orhan piştî 19 rojan ji girtîgehê hat berdan. Bi îdiayên “Muxalefetiya li dijî qanûna civîn û meşan” û “Ne endamê rêxistinê ye lê li ser navê rêxistinê sûc kiriye” lêpirsîn der barê Orhan de hat destpêkirin. Bi hinceta ku delîlên têrkirî tune ne têkildarî lêpirsînê biryara neşopandinê hat dayîn.