Li Dîlokê êrişî karkeran kirin: 3 jê giran 8 kes birîndar kirin 2024-10-11 13:32:23   DÎLOK - Hate diyarkirin ku li Dîlokê komeke ku cerdevan jî di nav de êrişî karkerên amedî yên ku destûr nedane li înşaetê dizî bê kirin, kirine. Hate zanîn ku di êrişa muxtarê taxê organîze kir de 3 jê giran 8 karker birîndar bûne.    Êrişî karkerên amedî ku di înşaeta TOKÎ’yê ya li gundê Atalar Kartal ê girêdayî navçeya Gavurdax a Dîlokê de dixebitin hate kirin. 10 karkerên ji ber destûr nedan malzemeye înşaetê yê bikartînin bê dizîn rastî êrişî hatin li navenda Dîlokê rakirin nexweşxaneyên cuda. Li gorî îdiayê duh xizmên muxtarê gund Bîlal Yilmazer, dema ku hewl didan malzemeyên aydê karkeran bidizin hatin girtin. Hate zanîn ku li ser vê yekê Yilmazer şêniyên gund sor kirine û organîze kiriye ku komeke ji 50 kesan pêk tê êrişî karkeran bike. Di encama êrişê de ji karkeran Şahan Devran, Hayrettîn Devran û Abdulsena Tepe bi darbeyên ji serê xwe warin bi giranî birîndar bûn. 5 ji karkeran jî bi awayekî sivik birîndar bûn. Hate îdiakirin ku di nava kesên êriş kirin de cerdevan jî hebûne. Tedawiya birîndaran li nexweşxaneyên cuda yên li navenda Dîlokê berdewam dike. Hate zanîn ku kesên duh êriş kiribûn û hatibûn binçavkirin piştî îfadeya li midûriyeta polîsan hatine berdan.    Karkeran giliyê koma ku êrişî wan kiribûn, kirin. Karkerên ku em bi telefonê pê re axivîn, diyar kirin ku ji ber destûr nedane diziyê êriş li wan hatiye kirin û wiha got: “Muxtar êriş organîze kir. Hin şêniyên gund li me geriyan gotin ku muxtar li wan geriya ye û ji bo ku tev li êrişî bibin ew sor kirine.”