DFG'ê ji bo berdana rojnameger Andan bang kir 2024-10-11 13:11:09   AMED - DFG’ê bertek nîşanî binçavkirina rojnameger Serhildan Andan da û xwest tavilê were berdan.    Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) têkildarî binçavkirina endamê Lijneya Rêveber a DFG’ê rojnameger Serhildan Andan de daxuyaniyeke nivîskî weşand.    DFG’ê di daxuyaniyê de anî ziman ku îktîdar hewl dide xebatên rojnamegeran krîmînalîze bike û wiha got: “Em baş dizanin ku binçavkirina rojnameger Andan a ji ber xebatên rojnamegeriyê ne kiriyariyeke nû ye. Îktîdara ku ji rastiyan ditirse, hewl dide bi krîmînalîzekirina xebatên rojnamegeran re sûcan biafirîne. Em jî dê li dijî êrişên bi vî rengî dengê xwe bêhtir bilind bikin û bêhtir xwedî li pîşeya xwe derkevin. Em dixwazin Serhildan Andan tavilê were berdan. Banga me ji bo hemû rojnameger û rêxistinên pîşeyî ew e ku li dijî êrişên bi vî rengî bisekinin û rojnamegeriyê biparêzin.”