Rojnameger Verîm sewqî Girtîgeha Erzînganê hate kirin 2024-10-11 13:07:12   MÊRDÎN - Rojnameger Mûrat Verîm ku li Kerboranê hatibû girtin, sewqî Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Erzînganê hate kirin.    Rojnameger Mûrat Verîm piştî erêkirina cezayê wî li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê hate girtin. Verîm, sewqî Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Erzînganê hate kirin.    Verîm, nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) bû ku di 29’ê cotmeha 2016’an de bi KHK’ê hatibû girtin. Her wiha di sala 2016’an di çapemeniya Şaredariya Kerboranê de xebitî. Derheqê Verîm de bi îdiaya “Li ser navê rêxistinê sûc kiriye” doz hatibû vekirin û 3 sal cezayê hefsê lê hatibû birîn.    Piştî erêkirina cezayê Verîm, di 15’ê îlonê de hate girtin. Ji ber xebatên xwe yên rojnamegeriyê, Verîm ji 2 dosyayên cuda yên bi îdiayên “Endamtiya rêxistinê” û “Propagandaya rêxistinê” tê darizandin.