Girtiyê nexweş ê nayê tedawîkirin 40 roj in di greva birçîbûnê de ye 2024-10-11 12:56:50   MÊRDÎN - Girtiyê nexweş Onur Yilmaz ku li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Bucayê tê ragirtin, ji ber ku daxwaza wî ya tedawiyê nehate bicihanîn, 40 roj in di greva birçîbûnê de ye.    Girtiyê nexweş Onur Yilmaz ku li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Buca ya Îzmîrê tê ragirtin, ji ber ku nayê tedawîkirin ev 40 roj in di greva birçîbûnê de ye. Birayê Yilmaz, Emrah Yilmaz da zanîn ku hestiyê pozê kekê wî şikestiye lewma her tim xwîn ji pozê wî tê. Yilmaz, wiha domand: “Dema di sala 2016’an de li Nisêbînê hatî girtin jixwe nexweşiyên wî yên alerjîk hebûn. Hestiyê pozê wî şikestî ye. Lewma divê emeliyat bibe. Ji ber ku daxwaza wî ya emeliyatê nayê qebûlkirin kete greva birçîbûnê. Çalakiya wî ya greva birçîbûnê bû 40 roj berdewam dike.”    Yilmaz xwest ku kekê wî were tedawîkirin û banga hestiyariyê li rêxistinên mafên mirovan û raya giştî ya demokratîk kir.