'Girava Mirazan' a Mehmet Şîrîn Bulga ji Weşanên Arê derçû 2024-10-11 11:02:16   NAVENDA NÛÇEYAN - Romana Mehmet Şîrîn Bulga ya bi navê "Girava Mirazan" ji Weşanên Arê derket. Roman behsa evîna Şivan û Tamar û Meryem û Eliyê Qolaxasî dike.   Berhema nivîskar Mehmet Şîrîn Bulga ya şeşemîn bi navê "Girava Mirazan" derket. Roman ji hêla Weşanxaneya Arê ve hate çapkirin. "Girava Mirazan" romana du evînan e: Evîna Şivan û Tamar û Evîna Meryem û Eliyê Qolaxasî. Mekanê romanê derûdora Behra Wanê ye. Nivîskar Mehmet Şîrîn Bulga her du evînan di heman romanê de bi hevsengiyekê dihûnîne.    MERYEM Û ELIYÊ QOLAXASÎ   Meryem keça serekkeşe ye û Waliyê Wanê çav berdidiyê. Lê ji aliyekî ve jî dewlemendê bajêr Sarkîs Efendî, çend caran ev keça bedew ji bo kurê xwe ji bavê wê xwestiye; lê serekkeşe hêj rê li ber venekiriye. Kurê Sarkîs Efendî ne bi dilê Meryemê ye; lê dema bi niyeta Waliyê Wanê dihese, xweziya xwe bi kurê Sarkîs tîne. Meryemê di ber xwe de dibêje; "Xwedêyo, ev çi tofan in bi serê min de tên? Tofana Sarkîs Efendî ne bes bû, te tofaneke din a mezintir şand. Xwezî li kurê Sarkîs Efendî lê ne ev keftorê bênamûs... Bila delalîya min serê min bixwe! Ew delalîya ku bi xwe re bêmirazîyê bîne bila binerd bibe, çêtir e.” Demek dilê xwe di kefa destên xwe de diguvêşe û nizane wê çawa xwe ji vê belayê xelas bike, Eliyê Qolaxasî nas dike. Ji bo Meryem û Eliyê Qolaxasî roj û şevên zehmet dest pê dikin.    ŞIVAN Û TAMAR   Şivan dema pezê xwe dibe avdaniyê keça Ermen Tamarê dibîne û dil berdidiyê. Roj û meh derbas dibin heskirîna Şivan û Tamar, mîna Artos û Sîpan mezin dibe. Şivan û Tamar civanê revê datînin. Lê xêrnexwazê bi qewlê van her du evîndaran dihese Şivan dixe xefikê. Ew Şivan ê bi melevaniya xwe navdar e dema dixwaze Tamarê birevîne di nava pêlên Behra Wanê de difetise û û heya jê tê bi hemû hêza xwe qîr dike: “Aaaxxx Tamaarrr!..” Bi qîra wî re şepêleke mezintir bi ser de tê û ew dubare bin av dike. Kûrahiya golê Şivan dikişîne paxila xwe. Navekî bêyom li girave belav dibe.    Gelo bi evîna Eliyê Qolaxasî û Meryemê re wê ev girav ji wî navê bêyom xelas bibe an na?    Selamî Esen ê redekteya romana "Girava Mirazan" kiriye dibêje; "Girava Mirazan yek ji wan romanan e ku doza vejîna bîrê dike. Romana du evînan e ku pala xwe dide xweşvegerana kurdî. Evîna Şivan û Tamarê, evîna Meryem û Elîyê Qolaxasî dide pey xwe û vêkre li ser Girava Axtermanê dibişkuvin. Mehmet Şirin Bulğa di vê romanê de bi zimanekî herikbar û bi vegêraneke zelal me dike şahidê van her du evînan ku tê de em ê rastî dab û nerîtên bingehîn, bûyer û çîrokên xwemalî jî bên."   MEHMET ŞÎRÎN BULGA    Di sala 1968an de li bajarê Sêrtê, li navçeya Şêrwanê, li gundê Qalinzê ji dayîk bûye. Dibistana seretayî du salan li gundê xwe, salên din jî li navenda Sêrtê xwendîye. Di navbera salên 1984-1987an de dibistana amadehiyê li Îskenderûnê xwendîye. Di navbera salên 1988-1992an de li bajarê Enqereyê ji Zanîngeha Gazîyê Beşa Mobîlya-Dekorasyonê derçûye. Ji bilî vê beşê, beşa sosyolojîyê jî kuta kirîye. Di sala 1998an de ji ber xebatên sendîkaya Egîtîm-Senê bi raya rewşa neasayî mişextî Deryaya Reş (Artvin/Arhavi) bûye û piştre ji ber ewlehiya xwe mecbûr maye ji karê xwe îstifa bike. Di navbera 1999-2002yan de li Şaredarîya Sêrtê şêwirmendîya karên teknîkî kirîye. Di sala 2005an da bi biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê vegerîyaye ser karê mamostetiyê. Ji ber çalakîya “Em Li Hember Şer Aştiyê-Li Hember Mirinê Jiyanê Diparêzin” di 29ê Çiriya Pêşîn a 2016an de ji karê xwe yê mamostetiyê hat îxrackirin. Hin helbestên wî di rojname û kovarên cuda de hatine weşandin. Çîroka wî ya bi navê “Gula Mîrza” di 9'emîn Pêşbazîya Çîrokan a Şerzan Kurt de xelat wergirtîye.   Berhemên wî * Maviydi Mayıs - Üşüyen Şiirler, (helbest) 2007 * Gerzevêl’in Tanıklığı – Süleyman’ın Çığlığı, Weşanên Tevn (roman) 2018 * Cêwîtîya Helbestan, Weşanên Tevn (helbest) 2018 * Dayîka Du Dil, Weşanên Tevn (çîrok) 2018 * Gula Mîrza, Weşanên Tevn (Çîrok) 2020