Li gorî DEM Partiyê rêyên ‘krîtîk’ ên li pêşiya Enqereyê 2024-10-11 10:59:54 ENQERE - Rayedarên DEM Partiyê ku biendaze nêzî gava Tayyîp Erdogan û Devlet Bahçelî ya “silavdayînê” dibin, diyar kirin ku divê pirsgirêka kurd weke amûrekê neyê bikaranîn û Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan weke navnîşana çareseriyê nîşan dan.  Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî di 1’ê cotmehê di rûniştina ewil a serdema nû ya Meclisê de silav da Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan û hinek parlamenteran. Vê gava Bahçelî, rê li ber nîqaşeke nû vekir. Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan jî di axaftina xwe ya li Meclisê de got: “Êrişkariya Îsraîlê Tirkiyeyê jî digire nav xwe.” Gotinên Erdogan, ji hêla gelek kesan weke “Îktîdar hewl dide bi gefa Îsraîlê civakê konsolîde bike” hate nirxandin.    PEYAMÊN LI PEY HEV ÊN ERDOGAN Û BAHÇELΠ   Piştî ku Erdogan axaftina xwe qedandî, Bahçelî ber bi aliyê DEM Partiyê ve çû û silav da Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan. Piştre jî derket pêşberî kamerayn û wiha got: “Em dikevin serdemeke nû. Di demeke ku em ji bo cîhanê aştiyê dixwazin de hewceye em aştiya xwe ya navxweyî jî pêk bînin.” Di axaftinên xwe yên di rojên piştre de jî Bahçelî ji bo silavdayînê ev tişt anî ziman: “Silava min dayî, ronahiya gotinên di cih de yên Meclisa ewil û birêz serokkomarê me ye. Em wisa bela sebeb naçin destê tu kesî.”    Erdogan jî di civîna koma partiya xwe ya heftane de piştgirî da Bahçelî û got: “Em xwe ji tu guftûgoyên ji bo gelê me sûdewer paşve nadin. Hêvîdarim ku muxatabên ji vê silavdayina Tifaqa Komarê fêm bikin.”    DEM PARTÎ BIENDAZE NÊZ DIBE   Rayedarên DEM Partiyî jî bi daxuyaniyên weke “Bêguman hewcehî bi aştiya civakî heye. Lê belê divê ji bo vê gavên şênber bên avêtin.” re biendaze nêzî van daxuyaniyan bûn. Hinek derdorên alîgirên îktîdarê jî îdiaya “Pêvajoya çareseriyê ya nû” kirin. Lê belê ne DEM Partiyê ne jî AKP-MHP’ê di vê derbarê de tu tiştek negotin.     Geşedanên di dema pêş de zêde tên mereqkirin û di rewşeke wiha de me mijarên di rojevê de ji rayedarên DEM Partiyê pirsî. Çavkaniyên partiyê yên me pê re hevdîtin kirin bal kişandin ser rageşiya di navbera Îsraîl-Îranê de û gotin ku li ser xetên bazirganî û enerjiyê li Rojhilata Navîn mudaxileyeke emperyalîst tê kirin û geşedanên dawî jî eleqeya xwe bi vê re hene.    ‘ELEQEYA XWE BI KOMPLOYÊ RE HEYE’   Li gorî partiyiyan, geşedanên li Rojhilata Navîn û di siyasetê de balkêş in. Partiyî dibêjin ku ne tiştekî rasthatiye ku ev geşedanên dawî di salvegera 26’emîn a Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de pêş ketine. Rayedar, vê nirxandinê dikin: “Geşedanên îro li Rojhilata Navîn diqewimin teqez eleqeya xwe bi komploya navneteweyî re hene. Bi pêvajoya ku di 9’ê Cotmehê de dest pê kirî re hat xwestin ku şerekî sed salan ê di navbera kurd û tirkan de derxînin. Dixwestin pirsgirêka kurd hêj kûrtir bikin.”    NÊZÎKATIYA LI SER BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ    Çavkaniyên partiyê ev yek destnîşan kirin: “Li dijî mudaxileya Rojhilata Navîn, pêwîste bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re diyalog bê lipêşxistin. Rêveberiya Xweser tu gefek li dijî T irkiyeyê nexwariye. Kurdên li rojavayê Kurdistanê li hemberî Tirkiyeyê ne xwedî tu helwestek dijminan e.”    Li gorî rayedarên; partiyê divê Tirkiye dest ji zimanê şer û pevçûnan berde û gavên kur ê li ber diyalogê vekin biavêje û wiha dibêjin: “Nexasim divê Tirkiye xweseriya Rojava nas bike û divê qebûl bike ku tu gef li dijî Tirkiyeyê naxwe. Heke ev pêk werin dê ji bo selametiya Tirkiyeyê û gelê kurd encamên erênî derkevin holê.”    'JI BO HER DU ALIYAN JÎ WÊ EWLEHÎ ÇÊBIBINE’    Rayedarek partiyê destnîşan kir ku divê Tirkiye demildest li gel Rêveberiya Xweser “hevkariyek lezgîn” pêk bîne û got: “Divê ewlehiya sînor bi awayek kontrola hevpar bê kirin û li dijî gefan dikarin bi awayek koordîneyî tevger bê kirin. Divê Rojava bi pozîsyonek ku ne dijminê Tirkiyeyê bê hesibandin û wê ji bo her dua liyan jî ewlehî pêk were.”    RÊYA ÇARESERIYÊ: ÎMRALI    Heman rayedarê partiyê her wiha bal kişand ser wê yekê ku divê Tirkiye dawî li operasyonên leşkerî bîne û wiha got: “Pirsa ku weke berê di çarçoveya pêvajoya çareseriyê de dikare bi Abdullah Ocalan re çawa têkiliyek çêbike, ev yek jî nîşan dide ku Tirkiye di polîtîkaya hundir û derve de hewceyî bi nirxandinê heye.  Pêwîste siyaset ji nû ve were nirxandin. Pêşxistina nêzîkatiya çareseriyê çend hêmanên girîng di nav xwe de dihewîne. Pêvajoya diyalogê ya li gel Ocalan dê hem ji bo Tirkiyeyê hem jî ji bo Tirkiye sûdê werbigire bê destpêkirin. Çimkî tecrûbeya berê heye. Çimkî pêvajoya 2013-2015’an di bîra me hemûyan de ye. Abdullah Ocalan ji bo rawestandina şer û pevçûnan xwedî rolek girîng bû û bi vê rolê rabû.    Ji bo vê hê jî dereng nîne. Bivê nevê lazim e bi birêz Ocalan re ji bo çareseriya demokartîk a pirsgirêka kurd diyalog bên kirin û wê ev yek rê li ber çareseriya krîzên li Tirkiyeyê û hem jî Rojhilata Navîn veke. Rêya çareseriyê li Îmraliyê ye.”    DESTNÎŞANKIRINA ‘GAVÊN JI DIL’    Li gorî rayedarên partiyê, tecrîda li dijî Abdullah Ocalan “firsenda aştiyê” bi paş ve dixe: “Tirkiye bi israrkirina di neçareseriyê de derfetê winda dike ku li Rojhilata Navîn bibe aktorekî girîng. Di ev yek neyê hebakirin.” Rayedaran dan zanîn ku gelê kurd tu serdeman ji aştiyê nereviya ye û hêj li heman noxteyê disekinin û geşedanên li Rojhilata Navîn neçar dike ku ji bo çareseriyê “gav werin avêtin.” Rayedaran wiha domand: “Ocalan di çareseriya pirsgirêka kurd de weke aktorekî girîng tê qebûlkirin. Pêvajoya aştiyê ya di navbera salên 2013-2015’an de hate meşandin, ji bo çareseriya pirsgirêka kurd û pêkanîna aştiya navxweyî ya Tirkiyeyê tecrubeyeke girîng bû. Pêvajoya diyalogê di mijarên bidawîbûna şer û berfirehkirina mafên siyasî yên kurdan de bingehek amadekiribû ku gavên girîng bên avêtin. Lê desthilata AKP’ê ev yek qebûl nekir û rêyeke antîdemokratîk tercih kir û Tirkiye anî asta girtîgehê.”   PÊŞNIYARÊN ÇARESERIYÊ    Rayedarekî partiyê yê din ku geşedanên heyî em pê re axivîn jî di mijara “çareseriyê” de bal kişand ser rola Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan. Rayedar, destnîşan kir ku jinûve destpêkirina diyalogeke bi Abdullah Ocalan re tevkariyê li çareseriya aştiyane ya pirsgirêka kurd bike û wiha got: “Bangên Ocalan ên ji bo aştî û diyalogê, ji bo çareseriya pirsgirêka kurd dikare çarçoveyeke çareseriya bê tundî, polîtîk pêşkêş bike û ev pêvajo jî dikare tevkariyê li pêvajoya demokratîkbûyîna Tirkiyeyê bike. Di dema pêvajoya çareseriyê de Ocalan hem li ser tevgera kurd a li Tirkiyeyê hem jî li ser PKK’ê Serokekî bi bandor bû. Pêşniyar û bangên Ocalan dikare di mijara xistina tansiyona li herêmê de roleke girîng bilîze.”   Heman rayedar, her wiha ev pêşniyar rêz kirin: “Ji bo Tirkiye di siyaseta navxweyî de ji bo pirsgirêka Kurd nêzîkatiyeke hîn tevlîkar û demokratîk pêş bixe, li şûna operasyonan divê li ser pêvajoyên muzakereyê bisekine. Diyaloga bi tevgera kurd re ya di warê siyasî û civakî de dikare pêşiyê li pêvajoyeke ku bandoriya rêbazên operasyonel û leşkerî were pirsîn veke. Berê di dema pêvajoya çareseriyê de di serî de Yekitiya Ewropayê û Amerîka aktorên navnetewî di rêya çareseriya aştiyane de Tirkiye teşwîq kiribû. Îro jî bi destekeke mîna ya dîplomatîk re vegera Tirkiyeyê li pêvajoya çareseriyê dikare bandoreke erênî li qada navneteweyî bike. Ji ber vê yekê, ji nû ve destpêkirina pêvajoya çareseriyê ya bi Ocalan re û veguherîna wê ya ber bi rêbazên dîplomatîk û siyasî ve li şûna operasyonên li Herêma Kurdistana Iraqê, dibe ku weke stratejiyeke hîn mayînde ya bi armanca aramiya demdirêj bisekine.”   ‘ÇARESERÎ MESELEYA DEWLETÊ YE, NE YA DESTHILATÊ’   Rayedarê partiyê ku ji axaftinên AKP’ê û MHP’ê re bipîvan nêzîk dibe ev tişt gotin: “Dibe ku ev jî lîstikeke desthilatê be ku muxalefetê ji hev dûr bixe û qels bike. Ji ber vê yekê çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd meseleya dewletê ye ne ya desthilatê ye. Ji ber wê yekê em di wê baweriyê de ne ku divê ev pirsgirêk li Tirkiyeyê bi aqilekî hevpar çareser bibe. Lê belê divê were zanîn ku dema mijar hesabên siyasî yên heyî be em ê tu carî tev liv ê nebin.”   MA / Mehmet Aslan