Girtiyên nexweş bi mirinê re rû bi rû ne: Divê qanûna cihêkar biguhere 2024-10-11 09:30:44   STENBOL - Parêzer Eda Onal ku muwekîlê wê Abdulkadîr Kuday li girtîgehê jiyana xwe ji dest dabû, diyar kir ku divê cihêkariya di qanûna înfazê de bê rakirin û girtiyên nexweş ên rewşa wan giran tavilê bên berdan.    Abdulkadîr Kuday ku li Girtîgeha Tîpa R a Metrîsê dihat ragirtin û yek ji girtiyên nexweş bû, di 2’yê cotmehê de jiyana xwe ji dest da. Piştî mirina Kuday, mijara girtiyên nexweş dîsa bû rojev. Li gorî daneyên ne nûjen ên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) hêj gelek girtiyên nexweş hene ku li benda tehliyeyê ne. Lê tehliyeyên girtiyan ji ber raporên “Dikare di girtîgehê de bimîne” yên Saziya Tipa Edlî (ATK) û biryarên Lijneya Îdare û Çavdêriyê yên girtîgehan ên weke “nebaşhalî” tên astengkirin.      Endama Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Stenbolê Eda Onal ku parêzera Abdulkadîr Kuday ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest dayî bû, têkildarî sepanên li dijî muwekîlê wê û rewşa girtiyên nexweş axivî.     CIHÊKARIYA DI QANÛNA ÎNFAZÊ DE   Onal, diyar kir ku li dijî girtiyên cezayê muebbeta girankirî cihêkarî tê kirin û wiha got: “Li gorî sererastkirina di madeya 16’emîn a qanûna înfazê de têkildarî girtiyên nexweş tê gotin ku heke nexweşiyeke wî/wê ya giran hebe divê ji ewil bibin nexweşxaneyeke baş û li gorî rapora vir jî sewqî ATK’ê were kirin. Li gorî rapora ATK’ê jî gav tên avêtin. Lê belê ji ber madeya 25’emîn a qanûna înfazê, li dijî hikûmxwarên muebbeta girankirî, bi taybet li dijî girtiyên siyasî rewşeke cuda heye. Li gorî wê madeyê, înfaza hikûmxwarekî muebbeta giran heta mirinê didome.”    'TIRKIYE SERERASTKIRINAN NAKE’   Bi domdarî Onal bi bîr xist ku cezayê muebbeta girankirî piştî girtina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ketiye meriyetê û wiha pê de çû: “Di bin navê ‘Me cezayê mirinê rakir, em mafê jiyanê diparêzin’ de ev cezaye anîn. Ev yek dikare weke kuştina kesekî ya di girtîgehê de jî were nirxandin. Di şexsê birêz Ocalan de ji bo Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) serlêdan hatin kirin û DMME’yê got ku ev qanûn li dijî qedexeya îşkenceyê û rûmeta mirovahiyê ye. Biryar hate dayin ku ev qanûn li gorî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) were sererastkirin. Lê belê Tirkiyeyê di nava 10 salan de tu guhertin tê de nekir.”    ‘LI GIRTÎGEHÊ TERKÎ MIRINÊ KIRIN’   Di berdewamê de Onal bi bîr xist ku Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê demek berê salek muhlet da Tirkiyeyê ku di mijara muebbeta girankirî de sererastkirinan bike û wiha domand: “Girtiyên cezayê muebbeta girankirî lê hatiye birîn, li girtîgehê terkî mirinê tên kirin. Abdulkadîr Kuday mînaka vê rewşê ya dawî bû. Niha gelek girtiyên nexweş ên cezayê muebbeta girankirî lê hatiye birîn hene ku tevî rapora ‘nikare di girtîgehê de bimîne’ jî nayên berdan.”    Onal, diyar kir ku rêveberiyên girtîgehan û saziyên rayedar ji mafê jiyanê yê girtiyan berpirsyar in û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema li girtîgehê binpêkirina mafê jiyanê tê kirin, berpirsyarê vê dewlet e. Ji ber ku li gel berpirsyartiyên erênî, berpirsyartiyên neyînî yên dewletê jî hene. Nekuştin berpirsyartiya wê ya erênî ye lê tevdîrên ji bo pêşîlêgirtina mirinê jî berpirsyartiya wê ye.”    BANGA HESTIYARIYÊ   Onal, da zanîn ku divê dewlet tavilê dev ji qanûnên cihêkar û derhiqûqî berde û axaftina xwe wiha qedand: “Divê lîsteyeke tevahiya girtiyên nexweş bê amadekirin û ji bo wan xebatek were meşandin. Hewceye girtiyên nexweş ên rewşa wan giran tavilê bên berdan. Girtiyên nexweş ên ji bo wan rapora ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ tê dayin jî sewqî nexweşxaneyan bên kirin yan jî tevahiya astengiyên li pêşiya tedawîkirina wan bên rakirin. Hewceye di vê mijarê de hestiyariyek hebe.”    MA / Yeşîm Tukel