VAT-ÎŞ-KOOP'ê dest bi debara duyem kir: Armanca me civakeke hilberîner e 2024-10-11 09:20:55   WAN - VAT-ÎŞ-KOOP a ji aliyê siyasetmedar û cotkaran ve hatiye avakirin, li 105 dekar erdî dest bi çinînê kir. Hevserokên kooperatîfê gotin ku armanca wan civakeke xweser e.   Kooperatîfa Karsaziya Berhemên Çandiniyê ya Wanê (VAT-ÎŞ-KOOP) ku 2 sal berê li Wanê ji aliyê nêzî 60 siyasetmedar û cotkaran ve hat avakirin, îsal dest bi debra xwe kir. Koma ku Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin ê Wanê yê berê Şaredar Mustafa Avci ku di sala 2019'an de qeyûm tayinî şûna wî hatibû kirin jî di nav de, piştî avakirina kooperatîfê destpêkê di laboratuar an jî baxçeyên biçûk de hilberîneke biçûk kirin. Îsal li navçeyên Artemêt, Erdîş, Bêgirî, Tûşba û Westanê li 105 donim erdî sêv, hirmî, petat, behîv, lewante, pincar hwd. hatin çandin.   Hemû endamên kooperatîfê bi hev re di nava salê de li hemû berheman xwedî derketin û ew ji bo çinînê amade kirin. Hevserokên VAT-ÎŞ-KOOP'ê parêzer Bayram Çîçek û Caziye Dûman der barê kar û barê xwe yê koperatîfê de axivîn.     Hevserokê VAT-ÎŞ-KOOP'ê Parêzer Bayram Çîçek diyar kir ku wan di serê meha Hezîranê de kartolên ku li 10 deh donim erd çandine berhev kirine. Çîçek diyar kir ku di hemû pêvajoyan de kedeke girîng hat dayîn û got: “Kooperatîfa me li Wanê hat avakirin. Wekî yekîneya Erdîşê me bi 20 hevalên xwe re li navçeyê 10 donim kartol çandin. Me bi qasî 2 ton û nîv tov bi kar anî. 20 hevalan bi ruhê kolektîf zeviyek çandin, hêz û sermayeya xwe dan pêş. Par li ser 4 donim erd kartol hatin çandin, lê ji ber kêmbûna cihan berhema ku tê xwestin nehat bidestxistin. Îsal me 10 donim çand. Em ji her donimî li dora 5 tonan hêvî dikin. Me par bi rêbazên berê kartol çandin û berhev kirin. Lê îsal em bi awayekî profesyoneltir xebitîn. Me îsal amûrên ku ji bo çandiniyê bi kar anîn, me par bi saya kartolên par sitendin."    HEM XERÎDAR HEM JÎ HILBERÎNER WÊ QEZENC BIKIN   Çîçek anî ziman ku civakeke xweser bi kooperatîfan pêkan e û got: “Pergala nû ya cîhanê hilberîner mehkûmî sermayedaran dike. Armanca me nîzama civakî ya xweser e. Hewldanên me civakeke ku ew bi xwe hildiberîne, difiroşe û ji vê bazarê tiştekî bi dest dixe bi xwe ye. Di vî warî de ya herî girîng ew e ku bi rêya kooperatîfan sermaye û navbeynkar ji holê bên rakirin û hilberîner û xerîdar bên cem hev. Bi vî awayî hem xerîdar û hem jî hilberîner dê qezenc bikin. Îro dema em bi taybetî li Kurdistan û Tirkiyeyê dinêrin, hilberîner nikarin tiştên ku çêdikin bifiroşin. Me xwest ku navbeynkaran ji holê rabin û hilberîner û xerîdar bi rêkûpêk bigihîjin zexîre."    ARMANCA KOOPERATÎFÊ     Hevseroka din a Kooperatîfê Caziye Dûmanê jî bal kişand ser rewşa cotkarên li welêt. Dûmanê wiha berdewam kir: “Hemû hewldanên wan tên paşguhkirin û berhemên wan di destê wan de dimînin. Krîza aborî jî cotkar xistine nava rewşeke zehmet. Ji ber buhayan kes nikare tiştekî bikire û cotkar jî nikarin bifiroşin. Mixabin, em girêdayî kargeh û bazarên zincîrê mane. Pergala kapîtalîst zirareke mezin dide cotkar û welatiyan. Pergala kapîtalîst sîstemeke ku xwe li ser kedkaran dewlemend dike. Kîloya firingiyan ku ji hilberîneran bi 20 TL'yî tê kirîn, li fabrîqe û marketan bi 40 TL'yî tê firotin. Armanca me ew e ku bêyî navbeynkar berhemên bi buhayên erzan bigihînin gel. Çi dibe bila bibe, divê mirov axa xwe neterikîne û berê xwe bide çandiniyê.”