Rojnameger Onver îfade da 2024-10-10 16:11:53   WAN - Ji ber nûçeyên têkildarî fihûş û tiryakê derheqê nûçegihana JINNEWS’ê Rabîa Onverê de lêpirsîn hate vekirin. Onver, îfade da.    Dozgeriya Komarê ya Colemêrgê ji ber nûçeyên têkildarî fihûş û tiryakê yên li bajar, derheqê nûçegihana JINNEWS’ê Rabîa Onver de bi îdiaya “Agahiyên xelet bi gel re parve kiriye”lêpirsîn da destpêkirin. Onver, tevî parêzerên xwe çû Midûriyeta Emniyetê ya Wanê û li ser talîmatê îfadeyê wê hate girtin.    Tenê derheqê dozgerê navê wî di nûçeyan de derbas dibû de pirs ji Onver hatin kirin. Onver jî got ku rojnameger e û armanca lêpirsînê bêdengkirina çapemeniya azad e.    ‘LÊPIRSÎNEKE DERHIQÛQÎ YE’   Piştî karûbarên îfadedayinê, Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG), Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), parlamenterên DEM Partiyê, rêxistinên civaka sivîl, rêveberên bajar ên DEM Partî û DBP’ê li pêşiya Baroya Wanê daxuyanî dan.    Hevseroka Şaxa OHD’a Wanê Mehtap Işik got ku lêpirsîna hatiye vekirin derhiqûqî ye û ji van lêpirsînan tê armanckirin ku pêşiya çapemeniya azad bigirin.    ‘EM Ê NÛÇEYÊN BI VÎ RENGÎ ÇÊBIKIN’    Rojnameger Onver jî ev tişt anî ziman: “Em dizanin ku dixwazin van nûçeyan veşêrin. Dixwazin dengê çapemeniya azad qut bikin. Lê weke çapemeniya azad em ê dev ji çêkirina van nûçeyan bernedin. Ev zext dê nekarin pêşiya me bigirin. Çapemeniya azad nayê bêdeng nabe.”    Herî dawî jî nûçegihana JINNEWS’ê Oznûr Deger axivî û got ku tişta tê darizandin heqîqet bi xwe ye. Deger, da zanîn ku Onver bi nûçeyên xwe nîşan da ku fihûş û tiryak bi destê dewletê tê kirin û dewlet li şûna faîlan bidarizîne hewl dida wan biparêze.