Bangên ji bo 13’ê cotmehê didomin: Mitîng dê bibe destpêka pêvajoyeke nû 2024-10-10 15:08:28   STENBOL - Şandeya DEM Partiyê ku li Stenbolê ji bo “Mitînga Azadiyê” hevdîtinên xwe didomîne, serdana Rêxistina EMEP’ê ya Stenbolê kir û îşaret kir ku mitîng dê bibe destpêka pêvajoyeke nû.    Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) têkildarî “Mitînga Azadiyê” ku dê di 13’ê cotmehê de li Amedê were lidarxistin hevdîtinên xwe yên bi partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên civakî re didomîne. Şandeya ku Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî, Hevseroka Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Marmarayê (MATUHAY-DER) Dîlek Sonmez Demîr û Hevserokê DEM Partiyê yê Stenbolê Mûrat Kalmaz di nav de di serdanên xwe de bal kişandin ser girîngiya mitîngê û banga tevlibûnê kirin.    Şande dê di çarçoveya serdanên 3 rojan bidomin de bi Partiya Kedê (EMEP), Meclisa Dayikên Aştiyê, Federasyona Meclisên Sosyalîst (SMF), DEKA-DER, Odeya Bijîjkan a Tirk (TTB), Partiya Kedkarên Sosyalîst (SEP), Federasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Kooperatîfa Jiyanê ya di Gulanê de re hevdîtinê bike.   Şandeyê di çarçoveya bernameya xwe ya serdanê de îro ewilî serdana Rêxistina EMEP’ê ya li Bakirkoyê kir. Şande ji aliyê endama MYK ya EMEP’ê Nûray Sancar û Seroka EMEP’ê ya Stenbolê Sema Barbaros ve hate pêşwazîkirin. Hevserokê DEM Partiyê yê Stenbolê Mûrat Kalmaz û Hevseroka MATUHAY-DER’ê Dîlek Sonmez Demîr ên di hevdîtinê de ewilî axivîn, têkildarî naveroka serdanên xwe agahî dan.    DÊ JI BO ROJHILATA NAVÎN BIBE BANGEK   Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî jî qala girîngiya “Mitînga Azadiyê” ku dê di 13’ê cotmehê de li Amedê bê lidarxistin kir. Weke ku di hemû pergalên otorîter de jî tişta sereke ya ku îro otorîteriya rejîma tirk têr dike şer e. Pirsa ku ‘divê çi bê kirin’ pirseke me hemûyan meşgûl dike ye. Dema em vê dipirsin jî pêdiviya rakirina tecrîda li Îmraliyê careke din xwe bi awayekî herî xurt nîşan dide. Aliyê mirovî û hiqûqî yê têkoşîna li dijî tecrîdê heye. Em demekî dirêj e li dijî tecrîdê têkoşîneke bênavber dimeşînin lê em mitînga 13’ê cotmehê weke destpêka pêvajoyeke nû dibînin. Mitînga 13’ê cotmehê li dijî tecrîdê ji aliyê azadiya Ocalan û serdemeke siyasî ya nû hem ji siyaseta Tirkiyeyê re hem jî ji siyaseta Rojhilata Navîn re bangeke.”   EMEP’Ê PIŞTGIRÎ DA   EMEP’iyên ku piştî Temellî mafê axaftinê wergirtin keyfxweşiya xwe ya ji ber serdanê anîn ziman. Endama MYK ya EMEP’ê Nûray Sancar bi lêv kir ku weke partî tecrîda li Îmraliyê û bêhiqûqiyên li girtîgehan ji nêz ve dişopînin û da zanîn ku ev mitînga ku dê were lidarxistin gelekî girîng e û dê di 13’ê cotmehê de li Amedê bin.    Hevdîtinên şandeya DEM Partiyê yên bi partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên civakî re dê tevahiya rojê berdewam bikin.