Teqwîma hilbijartinê ya Herêma Kurdistanê bi dawî bû 2024-10-10 14:46:26 NAVENDA NÛÇEYAN - Hate ragihandin ku teqwîma hilbijartina ku dê di 20’ê cotmehê de li Herêma Kurdistana Federe bê kirin bi dawî bûye.  Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Amerîkayê Matthew Mîller ji bo hilbijartinên parlamentoyê ku dê di 20’ê cotmehê de li Herêma Kurdistana Federe pêk bên ragihand ku ji bo kontrola hilbijartinan ew ê bi Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind a Iraqê re hevkariyê bikin. Wezîr Miller bi lêv kir ku ji bo hilbijartinên azad û adil bên ewlekirin de her cura piştgirî bê dayîn.    KOMÎSYONA HILBIJARTINÊ YA BILIND HATE AŞKEREKIRIN    Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind a Serbixwe beriya hilbijartinê çend rojan ji bo hilbijartinên parlementoyê ku dê bên kirin daxuyanî da. Komîsyonê ragihand ku zêdetirî teqwîma hilbijartinê bi dawî bûye û komîsyonê bang li partî, tifaq û namzetên wê tevlî hilbijartinê bibin kir ku xebatên xwe li gorî rêziknameya kampanyayê û rêziknameya hilbijartinê ya ji bo sala 2023'an bimeşînin.   Komîsyonê diyar kir ku ew ê gilî û îtirazên pêşkêşî wê hatine kirin, li gorî rêzikname û mekanîzmayên hatine avakirin, bi rengekî bêalî û serbixwe binirxînin. Komîsyonê tekez kir ku ew ê bêalî hilbijartinê bişopînin û armanca wê ya sereke misogerkirina edaleta hilbijartinê û parastina dengên dengdêran e. Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind xwest ku encamên hilbijartinê ji bo gele Herêma Kurdistanê ji bo pêşerojeke ewle û ronî bibe gavek.