Yenî Yaşam hate astengkirin 2024-10-10 12:58:11   STENBOL - Ji bo qunciknivîsa nivîskarê Yenî Yaşamê Firat Can biryara astengkirinê hate dayin. Her wiha ji bo hejmara rojnameyê ya nivîsa Can tê de jî biryara komkirinê hate dayin.    Saziya Teknolojiyên Zanyariyan û Ragihandinê (BTK) ji bo qunciknivîsa nivîskarê rojnameya Yenî Yaşamê Firat Can a di 7’ê cotmehê de ku bi serenavê “Şerê Sêyemîn ê Cîhanê, li Rojhilata Navîn alozî û rêya xelasiyê” hatiye weşandin, biryara astengkirina xwegihandinê da.    1’emîn Dadgeriya Sulhê ya Stenbolê jî li ser daxwaza Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê, ji bo hejmara rojnameyê ya qunciknivîsa Can tê de hatiye weşandin, biryara komkirinê da.