Faîlê ku zarokek tacîz kir hate girtin 2024-10-10 12:24:43   EDENE - Oktay S. yê li Edeneyê tacîza zayendî li xwendekareke lîseyê ya 15 salî kir hate girtin.    Kesê bi navê Oktay S. di 7’ê cotmehê de li Taxa Havûzlûbahçeyê ya navçeya Seyhan a Edeneyê tacîza zayendî li xwendekareke lîseyê ya 15 salî kir. Êrişkar li gel qêrîna xwendekarê û daxwaza wê ya alîkariyê ji cihê bûyerê reviya. Li ser agahdarkirina malbata zarokê Oktay S. hate binçavkirin. Derket holê ku ji ber sûcên weke “îstîsmara zayendî ya li dijî zarokan” û “diziyê” 24 qeydên sûc ên êrişkarî li midûriyeta polîsan heye. Êrişkar ê piştî karûbarên midûriyeta polîsan derxistin pêşberî dadgehê hate girtin.