Li Kocaeliyê kesek di otobusa gel de hate kuştin 2024-10-10 11:59:03   KOCAELÎ - Li navçeya Karamurselê Enes Yîgît Toraman, di êrişa kesê bi navê V.A. de jiyana xwe ji dest da.     Li navçeya Karamursel a Kocaeliyê kesê bi navê V.A. di otobusa gel de Enes Yîgît Toraman (29) kuşt. Toraman li nexweşxaneya ku birinê jiyana xwe ji dest da. V.A. di otobuseke din de hate ragirtin. Bûyer duh bi şev dora saet 21.00’an de li Taxa 4’ê tîrmehê pêk hat. Toraman li otobusa gel a taybet a bi pîleqeya 41 J 3272 ji Otogara Karamursel a rawestgeha ewil a xeta otobuseyê li otobûsê siwar bû û dema otobus hate rawestgeha 4’ê tîrmehê kesê bi navê V.A. bi kêrê êrişî Toraman kir.    Faîl V.A. ji cihê bûyerê reviya û li ser îxbara kesên derdorê tîmên tenduristiyê û polîsan sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Toraman ê bi giranî birîndar bû piştî mudaxileya ewil a tîmên tenduristiyê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Karamursel. Toraman tevî hemû mudaxileyên bijîjkan jî jiyana xwe ji dest da.    Polîsan V.A. yê ku tespîtkirin piştî bûyerê li otobuseke din siwar bûye binçavkirin.