Kampanya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ salek li pey xwe hişt 2024-10-10 11:43:41   STENBOL - Kampanya çalakiya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” ya ji aliyê kurdan û dostên wan ve hat destpêkirin salek li pey xwe hişt. Di çarçoveya kampanyayê de dê 13’ê Cotmehê li Amedê mitîngek mezin bê lidarxistin.    Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji 15’ê Sibata 1999’an ve li Girtîgeha Tîpa F a Girava Îmraliyê tê ragirtin. 43 meh in agahî ji Ocalan nayê girtin û di bin tecrîdek girankirî de tê ragirtin. Kurd û dostên xwe ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd kampanya bi navê “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” dan destpêkirin. Kampanya salek li pey xwe hişt. Starta kampanya kûrewî di 10’ê Cotmeha 2023’yan de hat dayîn. Ji ber 74 saliya Abdullah Ocalan bi awayek hemwext li 74 welatên cîhanê daxuyanî hatin dayîn û kampanya dest pê kir. Di nava vê pêvajoya salekî de di serî de li Kurdistan û Tirkiyeyê û li gelek welatên cîhanê çalakî û şahiyên cur bi cur hatin lidarxistin. Nivîskar, rewşenbîr, hunermend, akademîsyen, jin û ciwan ên ji paradîgmaya Abdullah Ocalan feyzê wergirtin, salek e azadiya Ocalan qîr dikin.    ÇALAKIYÊN GIRSEYΠ   Di çarçoveya kampanyayê de 15’ê mijdara 2023’yan li Londrayê mitîngek girseyî hat lidarxistin. Piştî mitîngê li bajarê Baselê yê Swîsreyê ji aliyê Komîteya Azadiyê ve nobet hat destpêkirin. Li bajarên Wan û Qersê yên bakurê Kurdistanê jî di çarçoveya kapmanyayê de 1’ê sibata 2024’an “Meşa Azadiyê ya Mezin” hat destpêkirin û di 15’ê Sibatê de meş li Amarayê bi dawî bû.    Jinên ku di rêzeçalkiyên 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de li hev civiyan û çalakiyan li dar xistin azadiya Abdullah Ocalan xwestin û qîriyan. 4’ê Nîsanê bi boneya rojbûna Abdullah Ocalan li gelek deveran meş û çalakiyên girseyî hatin lidarxistin.    Ciwanên kurd û enternasyonalîst li gelek bajarên Ewropayê meşên girseyî pêk anîn. Ciwanan di 19’ê gulanê de li bajarê Marsîlya yê Fransayê meş li dar xistin û peyama azadkirina Abdullah Ocalan dan. Ciwanan li bajarê Lozanê yê Swîsreyê jî 8 kîlometre rê meşiyan û daxwaza azadiya Ocalan kirin.    Di 18’ê mijdara 2023’yan de jî li Gemlikê “Meşa Azadiyê” hat lidarxistin.    FIKRÊN OCALAN LI CÎHANÊ BELAV BÛ    Di çarçoveya kampanyayê de pirtûk û peyamên Abdullah Ocalan bi rêzeçalakiyan hatin nîqaşkirin û analîzkirin. Di vê çarçoveyê de li gelek deverên cîhanê çalakiya “Xwendinên Azadiyê” hat destpêkirin.    ÇALAKIYA 'TÎRÊJÊN ROJÊ'    Jinan jî têkildarî kampanyayê çalakî û şahiyên xweser organîze kirin. TJK-E çalakiya “Tîrêjên Rojê” da destpêkirin û bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê. Jinan di 15’ê îlonê de li bajarê Strasbourgê yê Fransayê meş li dar xistin. Her wiha li gelek welatên cuda yên cîhanê ji aliyê hezar jinan ve çalakiya “Hezar jin hezar kart” hat organîzekirin.    Li kantona Valais a Swîsreyê çalakiya “100 hezar kart” hat destpêkirin û di vê çarçoveyê de kart ji bo Girtîgeha Îmraliyê hatin şandin. Seranserî salê li gelek welatên Ewropayê ji bo Komîteya Pêşîlêgertina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) name hatin şandin û xwestin ku CPT têkildarî Îmraliyê berpirsiyarî û erka xwe bîne cih.    JI REWŞENBÎRAN BANGA HEVPAR A AŞTIYÊ    Li Kurdistanê û Tirkiyeyê tevahiya salê gelek daxuyanî, panel, meş hatin lidarxistin. Gelek hunermend, nivîskar, rewşenbîr, lîstikvan, rojnamevan û akademîsyen deklarasyonên bi sernavê “aştî” û “azadî” eşkere kirin. 78 kesayetên di 28’ê Cotmeha 2023’yan de li Stenbolê civiyan, deklarasyona “Banga Aştiyê” eşkere kirin. Di 29’ê Cotmehê de jî 172 sazî û dezgehan li Amedê daxuyaniyek bi sernavê, “Ji niha ve ber bi siberojê ve banga azadiyê” bi raya giştî re parve kirin.    BERXWEDANA GIRTIYAN    Girtî tev li kampanyayê bûn. Girtiyan di 27’ê mijdarê de çalakiya greva birçîbûnê dan destpêkirin. Girtiyan di 4’ê nîsanê de çalakiya greva birçîbûnê bi dawî kirin û dest bi boykotkirina dadgehan kirin derneketin hevdîtinên bi malbatan re û bi telefonan neaxivîn.    MALBATAN ÇALAKIYÊN NOBETÊ DAN DESTPÊKIRIN   Malbatên girtiyan li gelek cihan çalakiya “Nobeta Edaletê” dan destpêkirin. Çalakiyên nobetê yên malbatên girtiyan dan destpêkirin pişt re veguherandin çalakiyên ku her hefte bi navê “Deng bide azadiyê” li ber girtîgehan tên lidarxistin.    LI MISRÊ PANEL    Li Rojhilata Navîn civaka ereban û beşên cuda tevahiya salê di çarçoveya kampanyayê de daxwaza azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan kirin. Gelê ereb ê li Sûriye û Iraqê jî tev li kampanyayê bû. Di vê çarçoveyê de hin daxuyanî hatin dayîn. “Înîsiyatîfa Ereban a ji Abdullah Ocalan re Azadî” di 24’ê tebaxê de li bajarê Kahîreyê yê Misrê panel li dar xist.    SERÎ LI WEZARETA DADÊ HATIN DAYÎN    Li Tirkiyeyê û Kurdistanê hiqûqnasan ji bo biçin Îmraliyê serî li Wezareta Dadê dan, Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û parlamenterên ji bajarên Ewropayê jî ji bo biçin Îmraliyê serî li Wezaretê dan.    69 KESÊN XELATA NOBELÊ GIRTINE NAME ŞANDIN    69 kesên Xelata Nobetê girtin li dijî tecrîda li Îmraliyê ji sazî û dezgehên navnetewî û Serokkomarê AKP’î Erdogan re name şand.    AMADEKARIYÊN MITÎNGA AZADIYÊ YA MEZIN    Di çarçoveya kampanyayê de dê di 13’ê cotmehê de li Amedê mitîngeke mezin bê lidarxistin. Di pêşengtiya Platforma Saziyên Demokratîk de bi dirûşma “Em li dijî komployê li ber xwe didin, ji bo azadiyê li Amedê tên bahev” mitîng dê mitîng bê lidarxistin. Amadekariyên mitîngê li gelek bajaran bi awayekî bênavber didomin.    MA / Dîren Yûrtsever