Li Qilebanê qirkirina daristanan 2024-10-10 11:34:11 ŞIRNEX - Dîmenên nû yên qirkirina daristanên gundê Elemûnê yê Qilebanê derketin holê.  Qirkirina daristanan a li gundê Elemûnê yê navçeya Qileban a Şirnexê ku bi îdiaya “ewlehiyê” tê kirin, berdewam e. Kêliyên dar dihatin birîn ji hêla gundiyan ve hatin kişandin. Gundiyan dan zanîn ku dar ji hêla mitehit Selîm Babat ve tên birîn. Di dîmenan de tê dîtin ku dar ji qurmî ve tên birîn û piştre li traktoran tên barkirin.