2 zarokên diçûn kursa Quranê sê roj in winda ne 2024-10-10 10:48:34   ŞIRNEX - Li navçeya Hezexê zarokên bi navê Enes Duzgun û Enes Aruz ên ku diçin kursa quranê agahî ji wan nayê girtin. Kurxalê Aruz, Salîh Aruz da zanîn ku seydayê kursa Quranê ji malbatê re gotiye ku saet li dehê şevê ji kursê derketine lê di qeyda kamerayê de derketiye holê ku saet dozdehê şevê derketine.   Li navçeya Hezex a Şirnexê zarokên bi navê Enes Duzgun (15) û Enes Aruz (14) ku li Kursa Quranê ya "Şêx Ehmedê Xanî (Şeyh Ahmede Hanî)" ya li ser rêya Midyadê ji 7'ê cotmehê ve ve winda ne. Xebatên lêgerînê yên ji bo Dûzgûn û Aruz ên ku 3 roj in agahî ji wan nayê girtin, dewam dikin. Malbatên ku dixwazin zarokên wan bên dîtin, li bende xeberek xêrê ne. Malbata Aruz banga hestiyariyê  li raya giştî kiri û got ku heke kesên zarokên wan dîtin bila agahî bidin wan.    SAETA WINDABÛNÊ BI NAKOKÎ YE   Kurxalê Enes Aruz, Salîh Aruz diyar kir Enes Aruz 2 sal in li vê kursê dersê dibîne û piştî windabûna wan seydayê kursê li malbatê geriyaye û ji wan re gotiye ku, 'agahî nedin polîsan dibe ku bên dîtin'. Aruz wiha wiha qala bûyerê kir: "Seydayê kursê telefon kiriye û gotiye 'Enes û hevalê wî saet di dehê şevê de ji vir derketine', lê di qeyda kamerayê de derketiye holê ku saet di dozgehê şevê de ji kursê derketine'. Ji ber gotin hevdu nagirin em jî dikevin nava gumanan."   Aruz bi lêv kir  ku di lêgerînê de hê tu pêşketin çênebûye û wiha got: “Piştî ku li ser medyaya civakî hat ragihandin ku Enes û hevalê wî winda ne parêzerekî Şirnexê telefonî me kir û got ku wî ew cihê noktaya kontrolê ya lêşkeran dîtiyê û li wir siwarî erebe kiriyê û biriyê kursa quranê ya Şirnexê ku ew jî navê wê nizane. Heke seydayê kursê ji me re negota, 'agahî nedin polîsan wê bên dîtin' me yê wê rojê ragihanda ku winda ne. Wê demê dibe ku parêzer wê rojê agahî bidana me û bidîta. Lêgerîn hê berdewam dike û 3 roj in tu pêşketin çênebûye. Hêviya me ew ê ku her du zarok jî bên dîtin. Banga me ji welatiyan jî ew ê ku dema wan dîtin bila ji kerema xwe agahî bidin me."    XWEST KU KURÊ WÊ BÊ DÎTIN    Dayika Enes Aruz, Gulsum Aruz jî anî ziman ku tenê daxwaza wê dîtina kurê wê ye û wiha got: "Em nizanin kurê min li ku ye. Ev 3 roj in em di bin fikaran de ne, tu agahî jê tune ye. Ez dixwazim demek zûtirîn kurê min bê dîtin. Kezeba min dişewite.