Girtiya ku tê îdiakirin ‘întîhar’ kiriye du rojan kelemçekirî tedawî kirin e 2024-10-10 10:12:59   MÊRDÎN - Tê îdiakirin ku Mizgîn Acar li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê hewldaye întîhar bike. Dayika wê Afîfe Agirman diyar kir ku îfadeyên gardiyanan nakokî ne û di beşa lênihêrîna awarte de destê keça wê kelemçekirî ne.    Hat îdiakirin ku girtî Mizgîn Acar li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê şeva 1’ê cotmehê întîhar bike. Piştî vê hewldanê Acar rakirine Nexweşxaneya Perwerdehiyê û Lêkolînê ya Mêrdînê û di beşa lênihêrîna awarte de tê dermankirin. Hat zanîn ku hê jî tedawiya Acar didome û tevî ku beşa lênihêrîna awarte de bûye jî du rojan destê bi awayek kelemçekirî hatiye tedawîkirin. Tevî ku ev hewldana întîharê çêbûye jî heta niha ne Walîtiya Mêrdînê û ne jî Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê û rayedarên girtîgehê der barê rewşa Acar de tu daxuyaniyê nedane. Rayedar û dozgeriya girtîgehê tenê agahiya “keça we hewldaye întîhar bike” dane malbatê. Malbat bi destûra dozgeriyê rojê carek dikare biçe keça xwe bibîne.    Mizgîn Acar nêzî 5 mehan berê li navçeya Midyadê ya Mêrdînê hate girtin û sewqî Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Xarpêtê hate kirin. Acar di 30’yê îlonê de ji bo danişîna biryarê anîn Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê. Bi îdiaya “di dema qedexeya derketina derve ya li Nisêbînê de salên 2015-2016’an tev li pevçûnan bûye” cezayê muebedê dan Acar. Hat îdiakirin ku Acar piştî biryara navborî der barê wê de hatiye dayîn di şeva 1’ê cotmehê de hewl daye li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê întîhar bike.    Dayika Mizgîn Acar, Afîfe Agirman bi rojane li ber nexweşxaneyê disekine û li benda agahiyeka der barê keça xwe de ye. Afîfe Agirman behsa pêvajoya darizandina keça xwe kir û got: “Di dosyeyê de tevî ku şopa tiliyan û delîlek din jî nîne, dadger û dozgeran bi gotina ‘em nikarin li ber biryara dadgeha bilind derkevin’ cezayê muebedê dan Mizgînê.”    BI ÎTÎRAFKARÊ RE DI HEMAM QAWÎŞÊ DE HATIYE HIŞTIN    Afîfe Agirman wiha axivî: “Li gorî agahiyên me wergirtin; li vir bi îtîrafkarê re di heman qawîşê de hatiye ragirtin. Em nizanin kî ne. Lewma em gilîker in. Guman3en me hene. Mizgîn ne keseke wilo bû ku vê yekê bîne serê xwe. Heke wî wilo kiribe jî lê dîsa jî xemsariya girtîgehê di vir de heye. Çima tevdîrên pêwîst negirtin e? Dibêjin ku xwe bi kefiya xwe daliqandiye. Ez bûyerê ji gardiyanan dipirsim, lê îfadeyên wan bi nakokî ne. Hem dibêjin, ‘dîmenên kamerayê hene, wê bi xe kiriye, hem jî dibêjin ku em kamerayan naxin hundirê qawîşan’. Ev tiştek çawa ye? Ez ji wan gilîker im. Ez bi tu awayî ji wan bawer nakim.”    DESTÊ WÊ BI KELEMÇEKIRÎ HATIYE TEDAWÎKIRIN    Agirman da zanîn ku di beşa lênihêrîna awarte de du rojan destê Mizgînê bi kelepçekirî bûye û wê wisa tedawî kirine û got: “Destê wê bi yataxê ve girêda ne û tedawî kirine. Gelo ma qey wê ew rabe bireve an jî ez ê wê birevînim? Mirovek di vî halî de wê çawa rabe here? Ez pirs dikim çima wilo dikin? Dibêjin ‘prosedur wilo’. Ev çend roj in kelemçeya wê vekirine. Gelo mirov ewqas jî bêwîjdan dibin. Bi destûra dozgeriyê rojê tenê 5-10 deqîqeyan keça xwe dibînim. Zimanê min nagere ku bêjim rewşa wê nebaş e. Bi rojane razandî ye lê hê jî xwe neleqendiye. Ez bi destê wê digirim xwe tev nade. Niha ji bilî dilê wê tiştek wê din naxebite.”    ‘LI SER DÎWAR Û KAXEZ NOT NIVÎSANDIYE’     Agirman diyar kir ku ew ji îtîrafkara ku di qawîşa keça wê de bûye û navê wê nizane û ji rayedarên girtîgehê gilîdar e. Agirman anî ziman ku ew bawer nake ku keça wê întîhar kiribe û wiha got: “Mizgîn li ser dîwar û di kaxezekî de not nivîsandiye. Lê ew nivîs çibûye ne ji me re ne jî ji parêzer re gotin. Hê jî nehatiye ber destê me. Di bûyerê de xemsarî heye. Mirovek çawa dikare xwe di girtîgehê de întîhar bike. Çawa dibe ku haya kesî jê çênabe? Çawa dibe ku mêjiyê wê bêoksîjen dimîne? Çi ji destê me were, em ê bikin.”    MA / Ahmet Kanbal