Sînemager Buyukbeşe: Em ê li dijî sansurê bimeşin Produktorê Muzîkê Kesanbîlîcî: Tecrîd encax bi helwesteke wêrek dikare bê şikandin 2024-10-10 09:35:31   STENBOL - Endamê Înîsiyatîfa Ji Bo Azadiyê Huner ku demek berê hat avakirin Taylan Kesanbîlîcî got: "Tecrîd ancax di serdemeke wiha de bi helwestên wêrek dikare ji holê bê rakirin û şikandin." Endama înîsiyatîfê Gul Buyukbeşeyê jî got: "Ew ê vê rêya li dijî sansurê bidomînin."    "Înîsiyatîfa Hunerê ya Ji Bo Azadiyê" ku di 18'ê Tîrmehê de ji aliyê hunermendên di gelek şaxên hunerê yên wekî nivîskar, derhêner, lîstikvan, senarîst û wênesaz de dixebitin, hat ragihandin;  ji bo balê bikişîne ser sansur û xwesansura çand û hunerê civîneke berfireh li dar xist. Di civîna bi sernavê "Di sansur û zexta xwesansurê de xefika çandî" de, sansur, xwesansur, çarçove, form, bandor û encamên wê hatin gengeşekirin. Di civînê de li ser rêbazên têkoşîna li dijî sansûr û xwesansurê hat sekinandin.   Ji endamên înîsiyatîfê yên beşdarî civînê bûn Produktorê Muzîkê Taylan Kesanbîlîcî û Belgeçêker-Sînemager Gul Buyukbeşe, pêvajoya damezrandina înîsiyatîfê, polîtîkaya sansurê û rêbazên têkoşîna li dijî wê nirxandin.   Kesanbîlîcî diyar kir ku avakirina înîsiyatîfê bi deklerasyona "Em bibin dengê aştiyê" ya ji aliyê hunermendan ve der barê çareseriya pirsgirêkên bingehîn ên Tirkiyeyê de hat weşandin dest pê kiriye û got: "Niyet di 'Em bibin dengê aştiyê' de pêvajoyek rabûna li hember neheqî û bêhiqûqî yên li Tirkiyeyê bû. Ev dengderxistinek bû ji aliyê derdora hunerê ve. Nêzî 600 hunermendên ku di çarçoveya deklerasyona 'Em bibin dengê aştiyê' de hatin cem hev û 'Înîsyatîfa Hunerê ya Ji Bo Azadiyê' bi vî awayî derket holê."    'ÎNÎSYATÎFA HUNERÊ YA JI BO AZADIYÊ POLÎTÎK E'   Kesanbîlîcî destnîşan kir ku armanca înîsiyatîfê ew e ku li Tirkiyeyê ji hunermendên ku dengên wan tê qutkirin û sansur li wan tê kirin re qadekê veke û got ku înîsyatîf înîsyatîfeke polîtîk e.    ROLA ÎNÎSYATÎFÊ   Kesanbîlîcî bal kişand ser rola înîsyatîfê ku wê li dijî destwerdanên antîdemokratîk, çalakiyên sînordarkirina azadiyê û sansûrê yên li Tirkiyeyê bilîze û got: "Divê li hemberî van xwedî rol be." Kesanbîlîcî bilêv kir ku di serî de di serî de gelê kurd ku çand û zimanê wî tê qedexekirin wê di nezda hemû gelan de li dijî bêhiqûqiyan xwedî gotin bin û ev yek wê di gengeşeyên navxweyî yên înîsyatîfê de derkeve holê.    Kesanbîlîcî anî ziman ku li Tirkiyeyê gel bi tecrîdê re rû bi rû ye û got: "Em wekî gel, dema ku her yek ji me di jiyana rojane de gelek çalakiyan li dar dixe, fikarên me yên bingehîn derkedikevin holê. Ev jî beramberiyeke zelal a li dijî tecrîda civakî ye. Lewma ev tecrîd, di serdemeke wiha de ancax karibe bi gavên wêrek bê rakirin û şikandin. Înîsyatîfa Hunerê ya Ji Bo Azadiyê jî xwedî xemeke wiha ye ku wêrek be. Em hêvî dikin ku em vê yekê bi cih bînin. Em hêvî dikin ku em vê enjekteyî hemûd erdoran jî bikin."    Belgeçêker Gul Buyukbeşeyê jî diyar kir ku li Tirkiyeyê di piraniya festîvalên fîlman de sansûr heye û got ku Festîvala Fîlman a Porteqala Zêrîn di vî warî de yek ji festîvalên ku "sîxîla wê xerabe ye." Buyukbeşeyê bal kişand ser fîlmê "Yeryuzu Aşkin Yzu Olincaya Dek" û fîlmê "Bakur" ên ji festîvalê hatine derxistin û sansura li ser belgefîlma "Kanûn Hukmu"yê. Buyukbeşe wiha got: "Em behsa festîvaleke hema bûye kevneşopî dikin ku ji bo demekê şekil da pîşesaziya sînemaya Tirkiyeyê. Îsal wekî par tu tişt nebûbe 61F Festîvala Fîlman a Porteqala Zêrîn hat îlankirin. Hevalên me yên sînemager serî li festîvalê dan. Lê me lêborînek xwest. Ne lêborîn be jî me xwest ji bo sala par gotinek bê gotin. Lê gotinek jî nekirin. Wê dîsa sansur bê pêkanîn. Helbet komîk e ku kesên sansurê dikin panela sansurê li dar dixin. Em, sînemagerên di nava Înîsyatîfa Hunerê ya Ji Bo Azadiyê de jî me xwest em bertekekê nîşanî vê bidin."    Buyukbeşe, anî ziman ku ew ê di Festîvala Fîlman a Porteqala Zêrîn de dîsa rastî sansurê bên û got ku li dijî vê yekê wan Rojên Fîlmên Portaqala Azad li dar xistiye.    Buyukbeşe li ser sedemên ku sînemaya belgefîlmê ya polîtîk ji aliyê "îqtîdarê" ve hedef tê girtin wiha got: "Derew li hemû cîhanê bûye xwedî nasnameyeke serdest. Derew wekî mijareke ku divê em bi qasî neheqî, sînordarkirina azadiyan û newekheviyê wê gengeşe bikin derketiye holê. Xema sînemaya belgefîlmî ya muxalif heqîqet e. Em bi vê bîrekê çêdikin. Em hewl didin wê nîşan bidin. A rast em gotinê dîsa berpêşî raya giştî dikin. Li ber vê radibin. Hema bêje heman tişt tê serê tevahiya belgefîlma muxalif. Lê em ê bi inyad vê rêya xwe bidomînin."    Buyukbeşe li dijî sansur û qedexeyan banga têkoşîneke hevpar kir.